Partîya Sûrîya Paşerojê şaxê Efrîn û Şehba çalakîyek jibo bîranîna serkirdeya xwe Hevrîn Xelef pêk anî.
Di çalakîya bîranînê de gotara Partîya Sûrîya Paşerojê û rêxistinên jinan li herêmê hatin xwendin ku bal kişandin ser armancgirtina jinên pêşeng û siyasetmdar.
Di vê derbarê de rêvebirê Partîya Sûrîya Paşerojê Mihemed Beyrem diyar kir ku jina Kurd ji ber rola xwe ya pêşeng û berçav di têkbirina terorê de dibe hedef.
Beyrem piştrast kir ku sûcdar divê bên darzandin û wiha dewam kir:
"Em hevala xwe Hevrîn û hemû jinên pêşeng ku şehîd bûne bibîrtînin, em çareserîya alozîya Sûriyê di hêza jin de dibînin. Jinên u îro li Rojhilata Kurdistanê rabûne û bang dikin (Jin, Jîyan, Azadî) şoreşeke birêve dibin, gihaştina azadîyeke bilind jiber vê jî hêza dagirkerîyê jinan li her çar alîyên kurdistanê hedef digire û dixwaze bitirsîne."
Di çalakîya bîranînê de wêneyên Hevrîn Xelef hatin bilind kirin, piştre beşdaran berê xwe da goristana cangorîyan ya li gundê Ehrezê û mom li ber vêxistin, herwiha silogana (Jin, Jîyan, Azadî) bilind kirin.
Ji beşdarên bîranînê çalakvana jin Hêvî Silêman diyar kir ku jinan li Bakur û Rojhilata Sûriyê destkeftîyên mezin bi dest xistine, loma hêzên serdest û teror ta roja îro bi hemû cûreyên binpêkirinê dixwazin va rola jinê li her derê têk bibin:
Silêman bîra xwe wiha şîrove kir:
"Em êrîşên dagîrkeran ku herêmên me û bi taybetî jinên pêşeng armanc dikirin şermezar dikin, jibo vê yekê îro tevahîya civaka me bi qirkirina re rûbirû maye, loma divê jin asta têkoşîna xwe bilind bikin û yekîtîya xwe xort bikin daku civaka xwe biparêzin."
Hêjayî bibîr xistinê ye ku Hevrîn Xelef, di Cotmeha sala 2019’an de dema êrîşa Tirkî li dijî Girêspî û Serêkanîyê de, li ser destê koma çekdar ya bi navê "Ahrar El-Şerqîya" hatibû teror kirin û jiyana xwe ji dest dabû.
Herwiha Wezareta Xezînê ya Amerîkî ew koma çekdar anku "Ahrar El_Şerqîya" ji ber tawanên dijî sivîlan xistbûye lîsta reş û ceza lê sepandinbûn, lê çalakvan û mafnasên Kurd dixwazin lêpirsîn dor komên çekdar yên din jî were vekirin, ku bi encamdana sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê tên tawanbar kirin.