Nûnerên Hevpeymanîya Ked û Azadîyê li Navenda HDP'ê Kom Bûn

Nûnerên Hevpeymanîya Ked û Azadîyê ya bi rêberîya Partîya Demokratîka ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk kom bûn.

Civîna pêşî ya Hevpeymanîya Ked û Azadîyê ya piştî hilbijartinên meha Gulanê li navenda HDP'ê çêbû.

Serok û hevserokên partîyan beşdarî li civîna hevpeymanîyê nekir.

Di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de partîyên wek HDP, Partîya Çep ya Kesk, Partîya Kedê (EMEP) û Partîya Karkerên ya Tirkîyê (TÎP) hene.

Çaverê ye Hevpeymanîya Ked û Azadîyê ser encamên hilbijartinên û siberoja hevpeymanîyê danûstandinê bike.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê dê piştî civînê daxuyanîyeke nivîskî belav bike.

Wê hevpeymanîya di hibijartinên serokomarîyê de piştgirî dabû berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu.

Jiber ku Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, di hilbijartinan de berbijarê dernexistiye, ew bi rexneyên tund re rûbirû maye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya