Şandeyeke Hevbendîya Niştîmanîya Kurd li Sûrîyê û Şepêla Avakirina Dewleta Sûrî, di 6’ê Nîsanê de serdana Moskowê kir.
Şande bi Mikhail Boghdanov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî û şanderê teybet yê serokê Rûsî bo karên Rojhilata Navîn re civî.
Hebîb Ibrahîm, berpirsê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS) li Ewrupa dibêje ku mijara çareserkirina pirsa Sûrî û danûstandinên bi opozîsyona demokrat hatin gotûbêj kirin.
Ibrahîm dide zanîn ku herwiha rewşa Efrînê jî bi qasî demeke baş hate nirxandin.
“Me daxwaz ji Rûsya kir ku fişarê li Tirkîyê bikin ku ji Efrînê derkevin û rê li ber guhertina demografîk bigirin. Li gor nêrîna Rûsya, kiryarên ku li Efrînê çêdibin ne rast in û ew ji rewşê nerehet in.”
Your browser doesn’t support HTML5