Piştî ku vîrusa korona li seranserî cîhanê belav bû, her welat, hikûmet, sazî û laborên tendirustîyê li cîhanê, ketin di nava Xebat û tevgerê da jibo dîtina çareserî yan jî amadekarîyan bo rêgirtina li hember vê webaya serdem.
Li seranserî cîhanê hewildan hene bo afirandina û dîtina çareserîyê, çêkirina têstan û mask û alavên xwe parastinê.
Kurd jî, weke her milletekî ji tirsa belavbûna vîrusê da hewildanên xwe berdewam kirin, jibo amadekarî û xizmeta gel, grubeke doktoran, ku heta niha 40 pizîşkên Kurd tevlî bûne, li Ewrupa komîta xwe ya dilxwaz ya tendirustîyê ava kirine.
Komela gruba doktorên Kurd, ku ser bi Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistanê (KCDK) ve ye, weke amadekarî bo xizmeta mirovan li welatên Ewrupa ev komele dan ava kirin.
Dr. Azad Badikî, pisporê genetîk û molekulan ji Amsterdamê mêvanê bernama Hest Û Helwest ya vê hefteyê bû.
Dr. Badikî, Endamê Komîta Tendirustî ya KCDKê li Ewrupa, ji bajarê Amsterdam di bernamê de li ser pênasîna COVID-19 û armanca avakirina gruba doktorên Kurd, komîta tendirustîyê ya KCDKê rawestîya û got, xeterîya vê webayê ango COVID-19 gelek mezin e û hin kes hene wê baş xeterîyê bi zelalî nabînin, taybet xort weha dibînin ku bandora vîrusa korona li ser wan kêm e, lê ew nizanin ku xeterî ewe, dema nîşanên wê nexweşîyê li cem xortan kêm dîyar bibin lê ew wê nexweşîyê di nava pîr û kalan de belav dikin û dibin sedema mirina wan.
Derbarê avakirina Komîta Tendirustîyê, Dr. Azad da zanîn ku wan hizir kirîye ku kurd ne xwedî dewlet in û kesê wan ti neye, wan bîr li avakirina gruba doktorên kurd yên dilxwaz kirîye da bikevin di xizmeta cikava Kurd de li welatên lê dijîn.
Dr. Azad got, ew bi rêya online xizmeta kesên Kurd, yên Tirk, yên Ereb û netewên din yên Ewrupa dikin, bê cûdahî kesê ku pêwîstî bi xizmetên wan hebe ew dikevin têkilîyê bi wan re û şîretan didin wan kanê çawa xwe biparêzin û tiştî ji dest wan tê pêşkeşî nexweşîyên vîrusa korona dikin.
Your browser doesn’t support HTML5