Li Giwêrana Hesekê Çi Diqewime

ISIS prisoners in Al-Hasakah prison

Li Giwêran çi çêdibe ?

Roja 20 mehê roja pênçşemê êrîşek ser girtîgeha Sîna ( (الصناعه ku ew girtîgeh li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê dikeve pêkhat.

Ew girtîgeh ku derdora 4 hezar girtîyên Daişê lê hatine girtin.

Êrîşa şaneyên Daişê di heman demê de asêkirin li zindanên girtîgehên darxistin.

Êrîş çawa destpêkir

Êrîş di dest 8 êvarî de bi dema Qamişlo destpêkir ku hejmarek teqîn pêkhatin.

Teqîna Yekê tirimpêlek sûtemenîyê hat bi guleyên êrîşkaran hat armanckirin û teqîya, her wisa morosêlek li dîwarê girtîgehê hat tqandin, û tirmpêlek mayînkirî jî hat teqan din.

Bi van teqînan hejmarek ji çekdarên Daişê ji taxên kêleka girtîgehê mîna Xiwêran ji nava malan derketin û êrîş anîn ser girtîgehê.

Li gorî hin agahîyên ku nehatin piştrastkirin ku hejmara êrîşkaran gihştîye dor 50 çekdarî.

di nava Zindanê de astêkirin.

Piştî dengê teqîn û şer , girtîyên Daişê yekser asêkirin (STRIKE )darxistin , û agir bi petanî û cilan xistin da ku dûmanê zêde bikin.

Di wê gavê de hejmarek ji girtîyan karîbûn birevin dervî zindanan û derkevin hewşa girtîgehê.

Li gorî agahîyên HSD ku 110 kesên ku hewla revê kirin hatin girtin û vegirandin zindanan.

Berpirsê ragihandina HSD Ferhad Şamî ev agahî tekez kir. Lê dîyare ku hejmarek ji wan girtîyan karîbûn birevin dervayê girtîgehê û tevlî êrîşkaran bibin.

Destwerdana HSD û kiwalsiyon :

Piştî teqîn û êrîşan yekser hêzên HSD û hêzên ewlekarîya hindrîn destwerdan kirin.

Li gorî HSD ku wan hêzên piştîvan ber bi taxa Xiwêran ve şandin.

Hêzên HSD bi piştîvanî ji balafirên şer yên kiwalisyonê ji cûreyên Abatşî û yên F16 .

Di roja yekê HSD û hêzên ewlekarîya hindrîn girtîgeh ewlekrin.

Lê şer derbasî qonaxek din bû.

Roja diwem şer taxan

Piştî şekinadina êrîşa ser girtîgehên û ewlekrina wê, çekdarên Daişê derbasî nava taxên sivîlan bûn.

li gorî HSD ku Daişê sivîl weke mertalên zindî bikar tînin, lewma balafir nikare yekser wan armanc bike.

Li gorî agahîyan hejmarek ji çekdarên Daişê yên êrîşkar û yên karîbûn birevin dervayî girtîgehên li Fakulteya Aboriyê û Sadkop (Benzînxaneya sereke li bajarê Hesekê/ The main gas station in the city of Al-Hasakah) ku ev herdû cih li nêzîkî girtîgehê ne.

Balafên kiwalisyonê ew dever armanc girt.

Hêzên kiwalisyonê yên bejahî derbasî taxa Giwêran dibin.

Di roja diwem de danê piştî nîvro, HSD bi piştîvanîya kiwalisyonê ya ezmanî taxa Xiwêran bi giştî dorpêçkir, û derketina sivîlan ji taxê dest pêkir, zilam dihatin cûdakirin, û jin û zarok derbaasî taxên bakûr yên Hesekê dibin.

Ew zilam û xot dihatin tekez kirin ku çekdarên Daişê nav wan tune bin.

Her wisa di heman demê hejmarek ji panzêrên kiwalisyonê piştîvanî dan hêzên HSD û Hêzên ewlekarîya Hindrîn.

Qurbanî û kuştî :

Li gorî aghaîyên heya dema amadekirina vê raporê piştî 24 setan 40 çekdarên Daişê hatin kuştin.

Her wisa 18 şervan , endamên hêzên ewlekarîyê jîyana xwe ji dest dan.

5 sivîl hat tekez kirin ku hatine kuştin, di nav wan ewên ku Daişê serê wan jêkir ku ret kirin wan derbasî malên xwe bikin.

Her wisa hat tekez kirin ku dê oprasyona paqijkirina taxa Xiwêran bi hejmarek pirr mezin ji hêzên HSD û hêzên ewlekarîya Hindîrîn îşev destpêbike, hat tekz kirin ku hêzên bejahî yên kiwalisyonê de jî piştîvanî didin HSD.

Heyma dema amekirina vê raporê dengê şer berdewm e.hêjaye gotinê ye ku li taxa Giwêran 2 girtîgehên ku Daişê lê girtî ne hene, girtîgeha navnedî , û girtîgeha Sîna ku êrîş hatîye ser wê.