Dema ez di pêçekê de bûm dayika min, radyo vêdixist û datanî ber guhê min û ez li ser awazên wê di xwe re diçûm. wisa hunermend Hesan li ser zimanê dayika dibêje.
Hesan Dawûd , ku di sala 1970ê de li bajarê Hesekê ji dayik bûye.ji zaroktiya xwe ve bi mûzîk û Tembûrê ve hatiye girêdan.
Piştî bidawîkirina xwendina bekeloriya, xwest ku xwendina mûzîkê li Pêmangeha Mûzîka Bilind li Şamê bixwîne, lê rewşa malbata wî ya abûrî alîkariya wî nekir û bê xwednin ma.
Di sala 1989an albûmek bi koma Biratî re tomar kir û belav kir.
Di sala 1994an de albûma xwe ya taybet tomar kir û belav kir.
Di sala 1999an berê xwe da Erebistana Siûdî û ta roja Îro li wir dijî tevî malabat xwe.
Hesan bi şêwazekî pirr tenik û zîrek li saz, tembûr û bizqê dixîne, û tûna dengê wî jî bilind e û berfireh e.
Di bin bandora sitranên hunermend Şivan Perwer û Feqiyê Teyran ( Nîzamttin Ariç) dengê xwe rahînan kirye.
Hesan bi çend hunermendên navdar re sitran gotiye û saz lêdaye, mînak Mihemed Şêxo, Mêxiber Bavê Ciwan, Salihê Heydo....hnd.
Rexneyan li xwe li ser hunera kurdî anî ziman û got ku, pêwîstî bi rexneyên rasteqîn heye da ku pêşbikeve.
Your browser doesn’t support HTML5
hun ji mûzêka hunermend Hesan Dawûd:
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5
Your browser doesn’t support HTML5