Dîndar Zêbarî Dibêje li Herêma Kurdistanê Ti Kes jiber Ramanên Sîyasî Nehatîye Girtin

Dîndar Zêbarî, Kordînatorê Pêşnîyarên Navnetewî li Herêma Kurdistanê dibêje ku li Herêma Kurdistanê ti kes jiber baweriyên sîyasî nehatîye girtin û ti rojnamevan jî jiber sedemên rojnamevanî ne li girtîgehê ne.

Ew di wê baweriyê de ye ku di kabîneya 9'an de li Herêma Kurdistanê pêşveçûneke mezin di warê maf û azadîyan de çêbûye.

"Ez dişêm bêjim ku li Kurdistanê ti kes jiber bawerîyên sîyasî nehatiye girtin û ne jî li girtîgehê ye, girtîgehên veşartî ne jibo armanceke sîyasî ne û ger kesek girtî heye bila bi nav ji me re bêjin."

Zêbarî got ku azadî bi giştî li Herêma Kurdistanê pêşketinên "gelek mezin" dîtine, bi taybetî di kabîneya 9an ya bi serokatîya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de.

"Serokwezîr di vê kabînê de planek ragihand ku di dîroka hikûmeta Herêma Kurdistanê de yekem car e planek wiha berfireh tê ragihandin û hikûmet pêgirê wê ye... her çi têbînyek rêxistinên navnetewî tevî Netewên Yekbûyî û welatên derve me cidî wergirtine û kar li ser kirîye."

Li gor Zêbarî, gavên hikûmetê "bersîvdanek erênî ya navnetewî" bi dest xistîye û ev dê bine sedma başkirina jîyana welatîyên Kurdistanê.

Ev di wê çaxê de ye ku berî demekê çend rêxistinên navdewletî derbarê binpêkirina azadîya rojnamevanî û mafên mirovan de hişyarî dabûn Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor, Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), Neteweyên Yekbûyî û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî li ser rewşa mafên mirovan û kêmbûna azadîyê li Herêma Kurdistanê nîgeranîya xwe anîbûn ziman.

Di meha Yek ya îsal de jî, Navenda Metro di rapora xwe ya salane de got, "sala 2022 li Herêma Kurdistanê jibo rojnamevanan yek ji xirabtirîn salan e, û statîstîk belgeyên xeternak yên azadîya rojnamegerîyê û sînordarkirina azadîyan nîşan dan.

Zêbarî got ku qanûna rojnamevanîyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji "yasayên herî baş e", lê derketina medyaya dîjîtal û nebûna qanûnan di vî warî de, pirsgirêk ji hikûmetê re çêkirine.

"Li gor nifûsa herêmê îhtîmala hejmara rojnamevanên li herêmê li welatên din ew hejmar nebe. Nêzîkî 8000 rojnamevan li Herêma Kurdistanê hene, ji wan nêzî 7000 rojnamevan li sendîkaya Rojnamevan navên wan tomar kirine. Û pirsigirêka herî sereke ewe ku kanî li herêmê kî rojnamevan e.... Di xwepêşandanan de pirsgirêk ji me re çê derdikevin. Nasnameya rojnamevan nayê zanîn."

Di mehên Tebax û Cotmeha 2020an de, hin rojnamevan û çalakvanan li Badînan piştî beşdarî xwepêşandanan bûn, hatibûn girtin. Di destpêkê de 83 kes bûn, lê hinek hatin berdan û 32 kes hatin ceza kirin, bi kêmanî salek û herî zêde jî heft sal ceza ji wan re hatbû danîn. Çar ji wan hêjî li girtîgehên Herêma Kurdistanê dimînin.

"Rojnameger li gor yasaya nebaş bikaranîna amûrên elektronîkî yan jî yasaya cezayê ya Îraqê girtî bin, biryar ya dadwer e, ne ya hikûmetê. Jiber vê yekê ne serokwezîr e ku biryarê dide kî li girtîgehê bimîne, Dadwerî biryarê dide û hêzên polîs bi cîh dikin. Dozgerê giştî tawanan arasteyî tawanbaran dike, ew biryar nade kîjan qanûnê bisepîne, lewra ez dibêjim ku rojnamevanekî me jiber karê rojnamevanî li zindanê nemaye jiber ku yasaya xirab bikaranîna telefona destan ji alîyê hin kesan ve, dadwer li ser wê biryarê dide kanî sizayê çi ye."

Zêbarî herwiha got ku wan dest bi perwerdekirina sazîyên dadwerîyê kiriye û di 3 mehên borî de zêdetirî 120 dadwer li Herêma Kurdistanê li gor pîvanên navdewletî hatine perwerde kirin.

Lê, Navenda Metro ragihand ku par 2022ê, li Herêma Kurdistanê 431 binpêkirin li dijî 301 rojnamevan û dezgehên ragihandinê hatine tomar kirin û li gor van amaran, binpêkirin di sala 2022ê de zêdetir bûne.