Biden Herro Mustafa Wek Balyoza Amerîka li Misrê Destnîşan Dike

Herro Mustafa Garg

Koşka Spî roja Çarşemê di daxuyaniyekê de got ku Herro Mustafa dîplomateke pispor e ku ji Kanûna 2019an heta Adara sala 2023ê wekî balyoza Amerîkayê li Bulgaristanê kar kiriye.

Berê jî li gelek welatan, wekî Portekîz, Hindistan, Libnan, Yunanîstan û Iraqê, weke dîplomateke payebilind kar kiriye.

Herro Mustafa Garg ji bilî Îngîlîzî û Kurdî bi Farisî, Yunanî, Hindî, Bulgarî û Portekîzî dizane. Di berdêla vê şiyana ziman de wê xelata Matilda W. Sinclaire wergirt.

Di sala 2021-an de, ew ji hêla Karnegie Endowment ve wekî yek ji koçberên herî serkeftî yên Amerîkaî hate binav kirin.

Wê bawernameya lîsansê di xizmeta sîyaseta derve de ji zanîngeha Georgetown û paşê bawernameya masterê li zanîngeha Princeton wergirt.

Belgefîlma Amerîkî Herro ya sala 2009an çîroka Herro vedibêje, ku ew di zarokatiya xwe de bi malbata xwe re koçî Amerîka kir û 30 sal şûnda bi Wezîra Derve ya berê Condoleezza Rice re wekî dîplomat xebitî.

Niha divê Herro Mustafa ji bo posta nû ji aliyê Senatoyê ve were pejirandin.

Jêder: White House