Hemwelatîyeke Amerîka li Kenara Rojava di Prosteya Dijî Cîwarkirîyan de Hat Kuştin

Ajansa fermî ya Filîstînîyan, WAFA ragihand ku hemwelatîyeke Amerîka îro Înê li Kenara Rojava ya di bin dagirkerîya Îsraîlê de hatiye kuştin.

WAFA dîyar kir ku leşkerên Îsraîlî li serê hemwelatîya Amerîka dane û wê bi birînên giran canê xwe ji dest daye.

Li gor ragihandina WAFA, leşkerên Îsraîlê di protestoyekê de, ku dijî berfirehbûna cîhên cîwarkirîyan çêbûye, li hemwelatîya Amerîka dane.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ser nûçeya kuştina hemwelatîya Amerîka vekolînê dike.

Li Amerîka, Berdevkê Konseya Ewlekarîya Neteweyî Sean Savett ser mirina hemwelatîya Amerîkî, Ayşenur Ezgi Eygi got ku mirineke trajîk e û ew bi awayekî cidî pê êşîyane.

Savett dîyar kir ku ew ligel malbata Eygi û hezkirîyên wê ne.

Wî bi berdewamî got ku wan bi hikûmeta Îsraîê re peywendî çêkirine û ji wan xwestiye ku ser bûyerê zêdetir agahî bidin û dest bi vekolînê bikin.

Rêvebirê Nexweşxaneya Rafidia ya Nabusê Fuad Nafaa ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re got ku birîndar bi birînên giran anîne nexweşxaneyê, wan hewil daye ku ew wê li jîyanê vegerînin, lê wê canê xwe ji dest daye.

WAFA dîyar dike ku bûyer li Beita ya nêzî Nablusê dema meşa protestoyê qewimîye û ragihand ku aktîvîstên wê protestoyê gelek caran bi êrîşên cîwarkirîyan re rûbirû mane.

Ajansa Anadolu ya Tirkîyê jî ragihand ku aktîvîsta hatiye kuştin Tirk e û navê wê Ayşenur Ezgi Eygi ye.

Wê ajansê dîyar kir ku Eygi hemwelatîya Amerîka ye. Ew ajans dide zanîn ku Eygi ya li Antalya ya Tirkîyê hatiye dinê 26 salî ye.

Jêder: Reuters, Anadolu Ajansı