Di mehên Şiwat û Adara Îsla de arteşa Tirkiyê bi hevkariya grûbên çekdar di nav de grûbên Îslamî yên tûndrê êrişî ser herêma Efrînê kirin, herçende Efrîn di şerê navxweyê yê 7 salan de li Sûriyê herêma herî bi ewle û tena bû, lê li gur daxwaza Tirkiyê piraniya hêzên navnetewî li ser êrîşa Efrînê bêdeng man û helwesteke weke ya êrîşên gomankirî bo ser Îdlibê nîşan nedan.
Raport dibêjin ku 10 hezaran çekdarên tûndrê li herêma Îdlibê hene, ku berî niha heman çekdar beşek bûn ji Cebehtul Nusre û El-Qaidê.
Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê hişyarî dabû, ku êrîşa ser Îdlibê dê bibe sedema komkujiyan, herwiha welatên weke Almanya û hin welatên Ewrûpî daxwaz ji Rûsya, Îran û rejîma Asad kirin ku êrîşa plankirî ya ser Îdlibê rawestînin, bo heman mebestê roja Înê hilcivîna Sê alî ya Putin, Erdogan û Ruhanî li Tehran pêk hat, armanca sereke di hilcivênê de êrîşên ser Îdlibê bû.
Roja Înê dîsan Civata Ewlekariya Navnetewî li ser daxwaza Amerîka civînek awarte li ser rewşa Îdlibî li New York encam da, nûnerê taybet yê navnetewî bo pirsa Sûriyê Staffan de Mistura di civînê de raportek taybet pêşkeş kir û da zanîn ku 3 mîlyon kes li Îdlibê hene û yek mîlyon ji wan zarok in, eger ku êtîşek çê bibe dê komkujiyên mezin li dij sivîlan êk bên.
Bernama "Hello Washington" helwesta Amerîka û cîhana rojava li hember êrîşên gomankirî yên niha bo ser Îdlibê û yên destpêka îsal li dij Efrînê bi mêhvanên xwe re gotûbêj kir.
Mêhvanên bernamê, birêz Badran Çiya Şêwirmendê Rêvebirîya Xweser ya Demokratîk li Bakurê Sûriyê, birêz Faysal Dağlı Êdîtorê saziya medyayî IMPNews û hêja Kakşar Oremar rojnamevan ji Almanya tevlî bernamê bûn.
Your browser doesn’t support HTML5