Hello Washington: Li Rojava Çi Diqewime?

Roja 9î Oktobera derbazbûyî artêşa Tirkiyê dest bi operasyona leşkerî ya bi navê "kaniya Aştiyê" kirbû li dij herêmên Kurdan li bakurê rojhilata Sûriyê.

Ji encama operasyona Tuikiyê ya bi alîkarîya grûbên çekdar yên ser bi opozisyona Sûrî ve, 100 hezaran kes ji cihên xwe derbeder bûn, sedan kes hatin kuştin ku piranîya wan sivîl in, herwiha hezaran kes birîndar bûne û rewşa ewlekarîya wê herêmê aloz bûye.

Raporta vê hefteya ya Pentagonê li ser rewşa bakurê rojhilata Sûriyê, zelal kirîye ku piştî êrîşa Tirkîyê, milîtanên DAIŞê xwe bihêz û rêxistin kirîye û DAIŞ car din vedijî.

Rêxistinên navnetewî yên mafên mirovan jî, didin zelal kirin ku li herêma çekdarên girêdayî Tirkiyê hene û di dema operasyona leşkerî de hatine wê herêmê binpêkirina mafên mirovan û tawanên cengê encam didin.

Hoşeng Derwîş Nûnerê Encûmena Sûriya Demokartîk li Herêma Kurdistana Îraqê


Li Amerîka senator, lêkolîner û çavdêrên siyasî dibêjin, ketina Tirkiyê ya wê herêmê şaşî bû, pêwîst bû rêveberîya Amerîka rê nedabaye Tirkiyê Hêzên Sûriya Demokrat û Kurdan ku hevpeymanên Amerîkane di şerê li dij DAIŞê de lawaz bikevin, ji ber ku ewê ev opreasyone tenê bikêrî DAIŞê bihê.

Bernama Hello Washington bo danûstendina li ser vê mijarê mêhvandarîya her yek ji Hoşeng Derwîş nûnerê Encûmena Sûriya Demokratîk MSDê li Herêma Kurdistana Îraqê û Fehîm Îşik Çavdêrê Siyasî û Rojnamevan li Almanya kir.

Fehîm Îşik Şirovekarê Siyasî û Rojnamevan - Almanya


Îşik got"piştî gefên nû yên Tirkiyê xeterî heye ku Tirkîye êrişî Kobanê jî bike û dagîr bike".

Herwiha Derwîş di axiftineke xwe de got"Ya zelale ku siyaseta Erdogan û ya AKPê siyaseta qirkirinê ye".

Hoşeng anî ziman ku Amerîka û Rûsya şaşiyên mezin dikin dema ku rê didin Tirkiyê ewqas li herêmê bala dest bibe ji ber ku êrîşa Tirkiyê li dij hemû pêkhateyên li baku û rojhilata Sûriyê dijîn e, li dij Arab, Krîstiyan û Kurdan e û yên dinê ye, Tirkîye dixwaze "Navçeyek Terorê" ava bike weke derwîş dibêje.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 22 11 2019