Hello Washington: Gefên Rejîma Sûrî li Dijî Kurdên Rojava

Hello Washington

Berpirsên rejîma Sûrîyê vê dawîyê di daxuyanî û hevpeyvînên xwe yên fermî û medîyatîk de gefan li Kurdên Rojava dikin û didin zanîn ku bi dawî hatina DAIŞê, di van nêzîkan de, dê artêşa Sûrî kontrola hemû axa Sûrîyê bike.

Kurd li her derê ji wan gefan ditirsin, jiber ku tecrûba bi serê Herêma Kurdistana Îraqê hatiye, Kurd xistin nava xem û fikaran.

Herwiha berpirsên Îranê jî gelek caran vê dawîyê behsa bihêzbûna desthilata Dîmeşqê dikin û bi şêweke eşkere dibêjin ku ewê piştevanîya rejîma Esad bikin heta hemû axa Sûrîyê ji hemû grubên çekdar tê rizgar kirin.

Gefên rejîma Sûrî û grubên çekdar yên girêdayî Îranê mijara bernama "Hello Washington" bû, me ev mijar bi mêvanên bernamê re gotûbêj kir. Newaf Xelîl, berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û Abdullah Salih, şîrovekarê sîyasî û endamê berê yê parlamana Îraqê.

Xelîl dibêje ku eger rûmeta berpirsên Sûrî yên weke Bûsayna Şaban hebaya dê bersîv daba kesên wek Alî Wîlayetî ku li Sûrîyê gefan li beşekî welatîyê Sûrîyê dike û ew û rejîm li hember wan gefan bêdeng dimîne.

"Tecrûba Kurdistana Îraqê dê li Rojava dubare nebe, jiber ku ne rewşa artêşa Sûrî wek rewşa artêşa Îraqê ye, ne rewşa YPGê wek ya pêşmergeyan e".

Salih ku bi kurtî tevlî bernamê bû, jiber pirsgirêka telefonî wî di axaftina xwe de got ku li Herêma Kurdistana Îraqê vê dawîyê dibe xwendineke sîyasî şaş hatibe kirin, jiber ku kesekî ne çi sîyasan ne çi şirovekaran hizir nedikir dê Amerîka rê bide çekdarên alîgîrên Îranê bên Kerkûkê dagir bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Bernama Hello Washinton, Gefên rejîma Sûrî li Dij Kurdan