Li seranserî Tirkiyê roja Yekşemê 31î Adarê hilbijartinên şaredariyan li 30 bajarên mezin û hin şaredariyên din hatin encamdan.
Zêdetir ji 57 milyon kesan mafê dengdanê hebû, li 51 navendên parêzgehan û li 922 navçeyên welêt beşdarî di hilbijartinan de kirin.
Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan i kampeyna hilbijartina de di got, ev hilbijartin pirsa man û nemanê ye, serokê CHP jî, Kemal Kiliçdaroglu rexne li Erdogan û wê gotina wî digritin.
Weha di xweya ku hilbijartin bo AKPê gelek di giring bûn, wê partiyê dengên herî zêde bidest xistin, lê dîsan li gur encamên ne fermî yên destpêkê 3 bajarên giring ji dest dan.
Bajarên weke Stenbol, Enqere di hilbijartinên Tirkiyê de ciyekî taybet heye, Stenbol weke hem hejmara welatiyan û hem jî weke xezîna piştevaniya dewletê tê naskirin, destdana Enqerê yanê jidestdana hêza aborî û fînansekirinê.
Hewiha bajarê Enqerê ku paytexta siyasî ya wî welatîye, giringiyek mezin heye, dema ku li gur encamên dawiyê û piştî jinûve hejmarina dengan li wan bajaran derkeve ku AKP winda kirîye tê wateya ku Erdogan û partiya desthilatê derbek giran xwarî ye.
Dê encamên dawiyê yên hilbijartinan siberoja Tirkiyê ber kuve bibie? AKP bi her awayê hebe dê bi encaman razî bibe? CHP dikare çi tiştekî zêdetir bike dema ku ew herdu bajar bikevin destê wê? Aborîya Tirkiy dê bihê çareserkirin?
Ev pirs û gelek pirsên dî, mijara bernama vê hefteyê ya Hello Washington bû, di bernamê de mêhvanên hêja Dr. Bîlal Samdûr, şirovekarê pirsên siyasî li Enqerê û birêz Zekî Îrmez Hevserokê HDPê yê Şirnexê pirs bersivdan û mijar nirxand.
Berêz Samdûr di wê bawerê de ye ku AKP dest ji Stenbolê bernade eger ku encam çi derkevin jî. Heriwha dibêje, dê Tirkiye rastî qeyranên dijwar bibe.
Berêz Zekî Îrmez ji aliyê xwe ve da zanîn ku wan dixwest nîşa AKP bidin ku HDP û Kurd dikarin pir tiştan biguherînin.
Your browser doesn’t support HTML5