Ajansa Reuters ji agahîyên malpera PowerOutage.us ragihand ku li Florida, Goergia, North Carolina, South Carolina û çend eyaletên din yên Amerîkî îro Înê bê elektrîk mane, piştî ku baroveya Helene derengîya Pêncşemê wek bahozeke hêzdar li herêma Panhandle ya li Florida xistibû.
Piştî ku bahoz ji Florida re derbaz bû, tîmên pispor dest xebatê kirîye ku ji dora 4.6 mîlyon xanî û karsazîyan re elektrîkê vegerînin.
Navenda Navenda Barove ya Netewî ya Amerîkî (National Hurricane Center) pêşbînî dike ku bermahîyên Helene, ku niha qilupîye bahozeke tropîkal, wê dawîya hefteyê de ji sînorê Georgia- South Carolina ber bi Tennessee û Kentucky ve here.
Li gor PowerOutage.us, kompanîya Georgia Power ya eyaleta South Carolina ji bahozê zararên herî mezin dîtine ji 2,7 mîlyon mişterîyên wê nêzî 728 hezar kes bê ceyran mane.
Georgia Power got ku zêdetirî 10 hezar xebatkarên wê li qadê ne ku bersîvdana zîyanên bahozê didin û li cîhên ewle hewil didin elektrîkê jinûve bigehînin hemwelatîyan.
Jêder: Reuters