Komkujîya Helepçe li Stenbolê Hat Şermezar Kirin

Halabja commemoration in Istanbul

Bi pêşengîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) salvegera Komkujîya Helebce ya berîya 34 dijî Kurdan pêk hatibû li sê taxên Stenbolê hat şermezar kirin.

HDP’ê û hin partî, sazî û rêxistinên civaka sivîl li taxên Avcilar, Kadikoy û Şîşlî komkujîya Helebce ku 16’ê Adar’a 1988’an de bi bombeyên kîmyewî li dijî Kurdan sivîl pêk hatibû şermezar kir û kurdên hatibûn kuştin jî bi bîr anîn.

Alî İşikli jî welatîyeke tevlî şermezarkirina li taxa Şîşlî ya komkujîya Helepçe bûye û ew dîbêje komkujî di dilê Kurdan de birîneke kûr e.

“Komkujîya Helepçe di dîroka Kurdan de êşekî pir mezin e. Di dîroka Kurdan êşên wek vê êşê pir in. Lê jibo vê komkujîyê ti gotin têrê nake.”

Herwiha Parlamanterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu jî tevlî vê bîranîn û şermezarkirina komkujîyê bûye. Wî jî dîyar kir ku di dîroka mirovahîyê de yek ji komkujîya herî mezin e û li ber çavên hemî cîhanê pêk hat.

“Niha jî gelê Kurd li çar parçeyan dibin armanca her cure komkujîyan. Ev komkujî di alîyê çand û ziman hwd. li gelek alîyan ve de jî didome û heta îro jî tiştekî neguherîye. Hej nû komkujîyên Roboskî, Sur û Cîzir’ê pêk hatin.”

Parlamanter Kenanoglu bi berdewamî jî Kurdên jîyana xwe ji dan jî bi bîr anî û wî got ku jibo ku komkujîyên bi vî rengî êdî neyên serê Kurdan ewên tekoşîna xwe li her qadên jîyanê bibomînin.

Hêjayî gotinê ye ku di 16’ê Adar’a 1988’an de bi fermana Serokê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn li Helebce êrîşeke kîmyewî bi balafiran dijî Kurdên sivîl pêk hat û piranîya wan jin û zarok ji 5 hezarî zêdetir Kurdan jîyana xwe ji dest dabûn.

Your browser doesn’t support HTML5

MEB_3_17_22_Helebece_Bîranîn