Li Helebê Rêkeftin, Sîvîl û Çekdar ji Rojhilata Bajêr Têne Vuguhastin

Serokê Rêvebirîya Meclîsa Xwecîhî li rojhilata Helebê, Brita Heci Hesen îro Sêşemê got ku peymanek hatiye girêdan ku sîvîl û çekdarên serhilda ji Helebê bêne veguhastin.

Wî got ku çaverê ye sîvîl û serhilda, roja Çarşemê bi destî sibê bi otobusan ji bajarê dorpêçkirî werine derxistin.

''Ev ne rêya herî baş e, lê dawîya dawî rêyek e. Jixwe ew rê jî niha tenê li ser gotinan e, divê bê piştrast kirin,'' Hecî Hesen li Parîsê ji rojnamevanan re got.

Wî da zanîn ku di destpêkê de wê pênc otobus sîvîl û serhildayan derxin bibin rojavayê Sûrîyê. Otobusan dê sîvîl û serhildayan bi saeta Helebê di 05:00an de bibin. Lê, çekdarên opozîsyonê gumana xwe dîyar dikin ku Rûsya û hêzên hikûmeta Sûriyê peymanê cîh bînin.

Hecî Hesen dîyar kir ku Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor (ICRC) wê pêvajoyekê birêve bibe.

Yek ji berdevkên berevanîya sîvîl ya Helebê ji Reutersê re got ku tenê herêmeke ku firehîya wê ji kîlometrekareyan hindiktir e, di dest serhildayan de maye. ''Rewş rewş pir pir xirab e. Berevanîya sîvîl operasyonên xwe yên li nêv bajêr sekinand.''