Rewşa Penageha Şehba û Taxên Kurdan li Helebê, Piştî Pêşveçûna HTŞ'ê

Kampên Derbiderên Efrînê

Piştî ku Hayat Tehrîr El-Şam (HTŞ) piranîya bajarê Helebê û gelek deverên li derdora wê kontrol kirin, hate zanîn ku hêzên Kurdî serwerîya xwe li çend deveran li bajarê Helebê û li gundewarên wê firehtir kir.

Li gor agahîyên hatine bidest xistin, Hêzên Rizgarîya Efrînê çend deverên bakurê Helebê yên derdora penageha Şehbayê ku hêzên rejîmê jê vekişîn, kontrol kirin.

Li gor jêderekî leşkerî ku nexwest navê wî eşkere bibe, ji Dengê Amerîka re dîyar kir li bajarê Helebê jî, Yekîneyên Parastina Gel derbasî çend taxên li derdora taxên Kurdnişîn, Şêxmeqsûd û Eşrefîyê bûne, herwiha yên weke; Siryana Nû, Bustan Başa û Henderat ku derbazbûna van taxan jibo parastina ewlekarîya taxên Kurdnişîn çêbûye.

Ev pêşhate di demekê de ne ku hin çavdêr hişyarîyê ji gefa rêxistina HTŞ anku (Cebhet El-Nusre) ku baskê El-Qaîdê li Sûrîyê ye, didin, ku pêşketina wê metirsîyê li ser taxên Kurdî li bajarê Helebê, herwiha li ser penageha Şehba ku derbiderên Efrînî lê dimînin, çêdike.

Çalakvanê mafê mirovan Îbrahîm Şêxo vê metirsîyên wiha şîrove dike.

"Eger êrîşek li ser vê deverê jî çêbibe gel wê berê xwe bide kuderê, alîyê Efrînê zehmet e, herwiha rewşa Helebê jî ne baştir e. Karîseteke mirovahî dê çêbibe eger Şehba bikeve bin destê wan de yan were dorpêç kirin, jixwe halê niha pir nebaş e û hîn dê xirabtir bibe ku hemû derî tên girtin".

Her di vê derbarê de komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ji deverên di bin destê wan de li bakur rojhilata Helebê, hewl didin êrîşî herêma Şehba bikin û gundên Bênê, Aqîbê, Hirbil, Sewarxa, Hezwan û Şealê topbaran dikin.

Derbarê hebûna hêzên Rûsî de jî ku hin agahî belav bibûn ku ew ji herêma Şehba vekişîne, jêderekî leşkerî ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku ev agahî ne rast in û hîn hêzên Rûsî li xalên xwe ne, ji alîyekî din ve balafirên Rûsî çend caran deverên bin destê komên çekdar li derdora Şehba bombebaran kirine.

Ev yek di demekê de ye ku jêderên leşkerî ji Dengê Amerîka re dan zanîn ku hêzên artêşa Sûrî xwe bi temamî ji deverê vekişandine.

Çend derbiderên Efrînî ku li penageha Şehba dimînin fikarên xwe ji pêşketina HTŞê li Helebê û êrîşên çekdaran li ser deverê anîn ziman.

Derbidereke jin got ku "Dengê tank û topan pir bilind tê, niha jî DAIŞ ketî Helebê, emê kuderê de herin, rê werin girtin, têkevin nav me kesî serjêkin, şîrê zarokan tune, zarok jiber dengê topan xew nakin".

Deribderekî din jî tirsa xwe wiha şîrove kir "Em di bi çadiran de dijîn, banî li ser me tuneye, em pir ditirsin êrîşî me bikin, ew kesên terorîst in, kuştina milet dikin".

Her li ser tirsa derbider jîyan dikin jineke derbider got ku,"Ev çend roj in dengê topan pir tê, em di tires de, rê werin girtin, emê li vir asê bimînin, em dibhîsin Cebhet El-Nusre ketiye Helebê, milet koçber dibe".

Her di derbarê êrîşên HTŞê de, vê rêxistinê kanîbûye ne tenê li parêzgeha Helebê li ser hesabê rejîma Sûrî pêş bikeve, lê li gundewarên Îdlibê jî wê gelek dever ji dest rêjîmê girtine.

Li ser êrîşên HTŞê û pêşketina wê ku bilez li bakur rojavayê Sûrîyê çêdibe, şîrovekarê sîyasî Îdrîs Henan ji Dengê Amerîka re got ku ne seneryoyên cuda hene ku çima herêmên fireh jibo HTŞê tên radest kirin.

Henan dîyar kir ku pêşketina vê rêxistina tundrê metirsîyeke mezin li ser Kurdan çêdike û bibîr xist ku çawa li Musilê sala 2014an hat kirin, Heleb jî wisa lê tê kirin.

"Bi dubarebûna ketina Helebê de, derket ku derveyî projeya Demokratîk û lihevkirina hindurîn ti rêkeftin nikare Sûrîyê ji alozîya wê xilas bike. Loma çi hêzên xwe ji ber Sûrîyê ve berpirsyar dibînin divê berê xwe bidin hindur bi hêzên demokrasîyê re lihev bikin, tenê wisa ji parçebûnê tê parastin", Henan got.

Cihê balkişandinê ye ku Wezareta Berevanîyê ya hikûmeta Sûrî bi daxuyanîyekê ragihand ku vekişîna hêzên wan ji Helebê demkî ye û îdîa kir ku jibo "êrîşeke hevdij" ya bersivdayînê hêzên zêde dişîne herêmên.

Your browser doesn’t support HTML5

Rewşa Kurdan li Şehba Piştî Êrîşên HTŞ