Partîyên Sîyasî li Wanê Amedekarîyên Hilbijartinên Çawa Dimeşînin?

Wan

Li bajarê Wanê partîyên sîyasî bo hilbijartinên xwecîhî yên 31’ê Adara 2024’an amedekarîyên xwe berdewam dikin.

Partîyên sîyasî dê bo destxistina bajarvanîyên Wanê ku piranîya wan di bin rêvebirîyên qeyuman de ne, bixebitin.

Rêvebirîya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) ya Wanê roja Sêşemê dîyar kir ku kesên bixwazin bibin berbijar dikarin heta 10’ê Berfanbarê serî li wan bidin.

HEDEP, ku wek berdewamîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) tê zanîn, di hilbijartinên xwecîhî yên 2019’an de 53 ji sedî deng wergirtibû û ji 13 bajarvanîyan 9 jê dest xistibûn. Lê bi biryarên Komîteya Hilbijartinê ya Bajêr û Wezareta Karê Navxweyî, hemî ji destê HDP’ê hatibûn derxistin û radestî qayuman û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hatibûn kirin.

Hevserokê Komîsyona Qebûlkirina Berbijêrên HEDEP’ê yê Wanê Delîl Aksoy derheqê mercên serlêdanan de agahî da û got ku ew dê di encama hilbijartinên pêşwext de berbijarên partîya xwe dîyar bikin.

“Dema hemî serlêdanên me qedîyan, wek biryara navenda partîya me, emê derheqê van kesan de ji gelê xwe û pêkateyên partîya xwe agahîyan berhev bikin. Piştî ku me bo bijartina wan çi kêmahî nedît, emê sindoqan deyînin û bi dengê gelê xwe berbijarên partîya xwe dîyar bikin.”

Aksoy da zanîn ku armanca wan destxistina hemî bajarvanîyên Wanê û têkbirina polîtîkaya qayuman e.

Li bajêr partîya duyê ya herî zêde deng wergirtî AKP ye. AKP’ê di hilbijartinên xwecîhî yên 2019’an de li tevahîya bajêr 40 ji sedî deng wergirtibû û 4 bajarok dest xistibûn. Bo hilbijartinê vê carê AKP’ê hefteya borî serlêdanên berbijaran qedend û ew dê li gor nêrîna endamên partîya xwe berbijarên xwe dîyar bike.

Zanyarê sîyasetê Ozcan Kirbiyik, dibêje ku eşkere dîyare ku HEDEP dê li bajarên Wan, Amed û Merdînê serbikeve, lê dibe ku helwesta partîyên opozîsyonê tevî ku kêm deng distînin, li ser encaman hilbijartinên bajarokên biçûk bandor bike.

“Partîyên opozîsyonê yên wekî Partîya Gel a Komarî (CHP), Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Siberojê û Partîya Saadetê li bajarên Kurdan hindik deng distînin û bandoreke xurt nade ser hilbijartinê. Lê em dikarin bêjin ku hin bajarokên Kurdan hene ku bi 50, 100 an jî 200 dengan bajarvanî di navbera HEDEP û AKP’ê de diguhire. Dibe ku helwesta partîyên opozîsyonê li wan deran bandor bike.”

Serokê Rêvebirîya Partîya Siberojê yê Wanê Abdulhekîm Kirbiyik got ku ew di nava hewildanê de ye ku partîyên opozîsyonê bine cem hev û bandor li ser encamên hilbijartinê bikin.

“Çawa ku me di hilbijartinên serokomarîyê de tifaq avakiribû, em vê carê jî dixwazin li Wanê di hilbijartinên xwecîhî de wek partîyên opazîsyonê bên cem hev û berbijaran bi hevra dîyar bikin daku em bi hêz bin. Em dê xwe wek rêya sêyê didin nîşandan ku ew kesên ku naxwazin dengê xwe bidin HEDEP û AKP’ê bidin me.”

Kirbiyik dibêje ku mixabin ev 10 sal in ku bajarvanîyên Wanê ji alîyê qayuman ve tê rêvebirin. Wî got ku bo çareserîya pirgirêkên bajêr pêwiste hilbijartinek demokratîk bê kirin û gel dengê xwe bide kîjan partîyê, divê ew berbijarê wê partîyê 5 salan ser kare xwe bimîne.

Zanyarê Sîyasetê Ozcan Kirbiyik jî îdîa dike ku tayînkirina qayuman zirarek mezin daye sîyaseta AKP’ê û di heman demî de destê HEDEP’ê jî xurt bûye. Kirbiyik got ku li gor çavdêrîyên wan ev yêk dê berbiçav li ser deng dayînê xwe bide nîşandan. Kirbiyik herwiha bal dikêşîne ser lîsteya serlêdanên berbijarên AKP’ê ku AKP’ê di 26 Mijdarê de eşkere kiribû, got ku di wê lîstê de kesek we tunebû ku gelê Wanê bi heyecan bike an jî hêvîyekê bide ava kirin.

Dengê Amerîka hewil ku nêrîna rêvebirîya AKP’ê ya Wanê jî werbigire, lê wan bo hevdîtinê bersiv neda.

Your browser doesn’t support HTML5

AA_01_11_23_Amedekariyên_Hilbijartinen_Wane