Hevseroka Giştî ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari do Sêşemê di grûba parlamentoyê de destpêkirina hilbijartinên bajarvanîyê ragihand.
“Ez li vê derê bang li gelê me yê birêz dikim. Ji kerema xwe re bila heta hilbijartinê ti kes li mala xwe rûnenê. Her yek ji me li taxa xwe derîyê ku em neçûne û me lê nedaye nemîne. Xebata me ya hilbijartinê êdî ji vir û pêda destpê kirîye,” Hatîmogullari got.
Li Tirkîyê hilbijartinên herêmî yên herî dawî di 31 Adara 2019’an de hatibûn lidarxistin. Yên pêşîya me jî wê di Adara 2024’an de pêk werin.
Jibo hilbijartinên bajarvanîyê nêzîkî çar meh mane û HEDEP’ê kempeyna xwe ragihand. Li gor vê yekê, wê di 11-12 Mijdarê de li Enqerê Konferansa Rêvebirîya Herêmê were lidarxistin.
Di demên berê de dîyarkirina berendaman di nav HDP’ê de bûbû sedama gengeşîyan. Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî ji ber rexnên gel êdî HEDEP dixwaze berendaman li pêşberî çavên gel dîyar bike.
“Me ji xwe gotibû emê berendaman li pêşberî gel û li cîhekî vekirî hilbijêrin. Me di konferansan de jî biryara vê yekê girtibû. Berendamê şaredarîyên me wê vêna gel dîyar bike,” Hatîmogullari da zanîn.
HEDEP’ê di hilbijartinên 2019’an de li Stenbol, Enqere û hin bajarên din berendam dîyar nekiribû û piştgirî dabû berendamên CHP. Ev yek di nav HEDEP’ê de jî bû sedema nîqaşan.
Pirsa girîng ew e ku HEDEP wê di hilbijartinên 2024’an de stratejîyeke çawa bimeşîne?
Parlamantera HEDEP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît ji Dengê Amerîka re ragihand ku ewê di 11-12’ê Mijdarê de van hemû mijaran di Konferansa Rêvebirîya Herêmê de nîqaş bikin.
“Hun jî baş dizanin ku desthilatîya AKP’ê li ser vê gel îpotek danî û qayum danîn. Jibo vê jî em dixwazin ku li Kurdistanê şaredarîyên ku AKP’ê ji destê me sitandibû jinûve bigirin. Lê emê bi vê jî nemînin. Li Kurdistanê cîhê ku heta niha me negirtîyê em dixwazin li wan deran jî serketî bibin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP (HEDEP) di hilbijartinên 2019’an de sê bajarên mezin; Amed, Mêrdîn, Wan, pênc bajar; Batman, Sêrt, Colemêrg, Qers, Îdir, 50 bajarok û 11 beledî qezence kiribû. Lê bajarên ku di destê wan de bû Agirî, Bîtlîs û Şirnex jî winda kiribûn.
Piştî hilbijartinên 19’ê Tebaxê qayum hate destnîşankirin û 48 bajarvanî ji destê HEDEP’ê hate girtin. 807 alîgirên HEDEP’ê ji endamtîya meclîsan hatin derxistin û 84 hevserokên bajarvanîyê kirin binçav û an jî zindanê.
Your browser doesn’t support HTML5