Kurtenavê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan Bû DEM Partî

Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Dogan îro li Navenda Giştî ya HEDEP’ê ragihand ku êdî kurtenavê partîya wan wê DEM Partî be.

Di 15 Cotmehê 2023’yan de Partîya Çep ya Kesk li Enqerê di Kongreya Mezin de him navê xwe û him jî kurtenavê xwe guhertibû û kiribû Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP).

Piştî vê guhartinê Serdozgerîya Komarê ya Dadgeha Bilind jibo ku kurtenavê HEDEP’ê dişibe Partîyên berê wek HADEP’ê (Partîya Demokratîk ya Gel) îtiraz kir. Li ser vî jî HEDEP’ê kurtenavê xwe kir DEM Partî.

“Me di daxuyanîya xwe ya berê de jî gotibû ku navê me yê dirêj naguhere. Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê wekî navê dirêj dimîne. Lê dadgeha bilind a Tirkîyeyê îtirazî kurtenavê me kir jibo navê HEDEP’ê. Ev nav nehat qebûlkirin. Jibo ku em berîya hilbijertinên herêmî em bikevin tengasîyê xwestin astengîyekê bi vî rengî derxînin. Me jî nexwest em derfetê bidin wan û me vê carê îtiraza wan qebûl kir.”

Di 31 Adara 2024’an de wê li seranserê Tirkîyê û herêma Kurdan hilbijartinên herêmî werin çêkirin. Dogan sedama îtiraz nekirinê jî wiha dîyar kir:

“Jibo ku em di pêşîya hilbijartinê de ne me amadekarîyên xwe kir û navekî nû ji xwe re dît. Ew dixwazin partîyên me bigirin, em jinûve ava dikin. Ew yên xirakirinê ne, em yên çêkirinê ne. Lewma me navekî nû dîyar kir û me carek din gelên xwe bê derfet nehişt û bi hinceta wan re me nexwest gelên Tirkîyeyê mijul bibin. Navê me yê nû DEM Partî ye. Em dibêjin Dem dema me ye, em dibêjin emê bi DEM Partî vê demê û vê dewranê biguherînin.”

Di rojeva DEM Partî de mijara herî serekî hilbijartinên şaredarîyê cî digirin. Jibo serlêdana namzedan 10 Berfanbarê herî dawî hatibû dîyar kirin, lê wan ev dem heta 20 Berfanbarê dirêj kir.

“Jiber vê yekê jî em dibêjin em bi Partîya xwe bi DEM’ê emê vê demê û vê dewranê biguherînin. Jixwe dîrokê jî ev yek nîşanî me kirîye. Ji xeynî vê jî agahîyeke din dixwazim bi we re parve bikim. Jibo ku hûn bikarin bibin bernamzed dikarin dosyeyên xwe li hemû derên Tirkîyeyê heya 20’ê vê mehê serlêdanên xwe bigihînin destên me.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_12_2023_DEM PArti