Sancar Dibêje HDP ji Îtifaqan re Vekirî Ye

Mîthat Sancar

Li ber e di 18’ Hazîranê 2023an de li Tirkiyê hibijartinên giştî werin lidarxistin.

Lê, pisporên sîyasî îhtîmala hilbijartineke pêşwext jî dûr nabînin.

Jibo hilbijartineke jî yek ji mijarên herî girîng avakirina hevbendîyan e. Di nava Îtifaqa Gel de AKP, MHP û BBPê cî digirin û xwe bi aweyekî vekirî eşkere dikin.

Lê, di nava Îtifaqa Milet de CHP û Partîya Baş cî digirin, lê heta niha awayekî vekirî. Dîsa Partîya Saadetê, Partîya DEVA, Partîya Dahatû nêzî Îtifaqa Milet in, lê heta niha tiştekî zelal ranegihandine.

Li Tirkiyê pirsa serekî ew e ku HDP wê di kîjan hêlê de cî bigire?

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ragihand ku ew ji îtifaqan re vekirîne.

“Divê ku em itifaqên jibo hilbijartinên meclîsê û dîyalog û hevkarîyên jibo hilbijartinê serokomarîye ji hevdu cûda bikin. Heke çend partî werin ba hev û bihevre têkevin hilbijartinê, em ji vê re îtifaqa hilbijartinên meclîsê dibêjin. Jibo îtifaqên meclîsê ne pêdivî ye ku em bi serê xwe têkevin hilbijartinan. Di nav îtifaqeke meclîsê de jî emê cî negirin, daxwazeke me ya wiha tunene.”

Sancar jibo dîyalog û hevkarîya hilbijartinên serokomarîyê jî got ku ew ji itifaqan re vekirî ne.

“Mantiqa hevkarîya hilbijartinên serokomarîyê cûda ye. Em ji opozîsyonê re dibêjin ku heke namzedekî hevpar tê xwestin em dikarin bihevre qise bikin. Ez bang li hêzên demokratîk û opozîsyonê dikim ku em namzedekî hevbeş dîyar bikin. Wek HDP, em ji yekê re vekirî ne.”

Di hefteya borî de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gotibû ku pêkan e ku wek Îtiqaqa Milet ji yekê zêdetir namzedên wan hebin.

Cîgirê Serokê Partîya Baş, Cîhan Paçaci jî bersîv dabû Kilildaroglu û gotibû ku ew tenê ser navê xwe dipeyîve.

Hin pispor ew daxuyanîyên Kiliçdaroglu û Paçaci wek lawazbûna Îtifaqa Milet şîrove kiribûn.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_09_09_2021_Mîthat_Sancar