Rêvebirê HDP’ê Umit Dede Nûçeyên Derheqa Parlamenter Guzel Dinirxîne

Berpirsê hiqûq û mafên mirovan yê HDP’ê Umit Dede

Li Tirkîyê piştî ku wêneyên parlamentara HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, ku wê di sala 2014’an de bi çekdarekî PKK’ê yê bi navê Volkan Bora re kişandine, hatin weşandin nîqaş û alozîyên siyasî didomin.

Wêneyên parlamenter Semra Guzel berî çend rojan ji alîyê ajansa dewleta Tirkîyê ya nûçeyan Anadolu hatibû weşandin.

Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî got ku divê parlamenterîya wê demûdest were betal kirin.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu jî got ku ger hun bibin parlamenter jî sîfeta terorîstîyê ji ser we naçe.

Peyamner’ê Dengê Amerîka beşa Kurdî Eyyup Demîr ser bûyera ku niha mijareke gîrîng ya rojeva Tirkîyê ye bi berpirsê hiqûq û mafên mirovan yê HDP’ê û hevdem alîkarê hevserokên giştî yê HDP’ê parêzvan Umît Dede re axifî.

Umît Dede bal kişand daxuyanîya parlementer Guzel ya ser wêneyan û îdayan.

Guzel gotibû ku Volkan Bora destgirtîyê wê bûye û ew di 2014’an de jiber cezayan revîyebû.

Dede ragihand ku wêne di serdama çareserîyê aştiyê ya li welêt hatine kişandin.

“Mîna ku parlementera me Semra Guzel jî dîyar dike ev bûyer di 2014 'an de, di bin şert û mercên pêvajoya çareserîyê ya di sala 2013’an de hatibû destpêkirin, pêk hatiye. Ew di wê serdemê de çûye wê heremê da ku ji hevalê xwe ku di salên 2009'an de li zanîngehê nas kiribû agahîyê bi dest bixe,“ Dede got.

Dede da zanîn ku hemû pêkhatîyên li herêmê ji şert û mercên wê demê sûd werdigirtin û hewl didan ku xwe bigihînin kesên ku demeke dirêj e wan nedîtibûn û agahdar nebûn, ne tenê parlemenera wan.

“ Raya giştî jî baş dizane ku dewlet ji wê yekê haydar bû û her wiha gelek derfet jî ava dikir û hesenî çê dikir,,“ Dede got.

Ajansa Anadolu ragihandibû çekdarê PKK’ê Volkan Bora (Koçero Meletî) di 2017'an de li bajarê Semsûrê di operasyoneke de ji alîyên leşkerên Tirkîyê ve hatibû kuştin û ew wêneyana ser wî hatine bi dest xistin.

Semra Güzel ev agahî piştrast kiribû lê gotibû wê demê ew ne endama HDP’ê bûye û heya niha jibo wêneyan dijî wê de ti lêpirsîn yan doz nehatiye destpê kirin.

Berpirsê hiqûq û mafên mirovan yê HDP’ê Dede di wê warê de wiha got:

“ Parlementera me Semra Guzel doktor e. Di wan deman de karê doktorîyê dikir. Ew çûye, hatîye lê dijî wê heya niha ti lêpirsînek nehatîye kirin. Di navberê de sal borîne. Li gor daxuyanîya wan, ev demeke dirêje ku wan ew wêneyana bi dest xistine, lêpirsînek venekirine. Lê, ev wêneyana raste rast ji medyayê re hatîne pêşkeş kirin. Ev yek jî pêkan nîne ku mirov qebûl bike.”

Dede bi berdewamî anî ziman ku divê ev bûyer di warê çend xalên sereke de were nirxandin.

“ Xala yekê di warê hiqûqê de. Hem pêşkeşkirina medyayê ya van wêneyan û hem jî armanc nîşan dayîn, dijî hiqûqê ye. Ev wêneyana di 2017’an de hatine dîtin. Semra Guzel di wê demê de parlementer nîne, doktor e. Bi ti awayekê bangî îfade dayînê jî nehatîye kirin. Di derbarê wê de lêpirsînek jî nehatîye vekirin. Piştî ku bûye parlementer jî, ser vê bûyerê bo wê de fezleke nehatîye amadekirin. Di navberê de sal borîne paşê jî ev wêne ji medyayê re hatîne pêşkeş kirin, ” Dede got.

HDP’ê bi daxuyanîyeke piştgirî da Guzel û got ku ev lînça bi rêxistinî ji alîyê hikdûmetesê ve tê meşandin e

Umit Dede destnîşan kir ku ev gaveke sîyasî ya dijî HDP' ê ye.

“ Divê bi zelalî bê gotin ku ev bûyer di bingehê de gaveke ji kampanyaya lîncê ya giştî, lînçkirina sîyasî ya desthilatdarîya siyasî ya dijî HDP'ê û endamên wê ye, ” Dede got.

Serdozgerîya Enqereyê di derbarê Guzel de demûdest bi îdaya 'endamîya rêxistina terorê' raporek tawanbarîyê (fezleke) amade kir û şand wezareta Dadê.

Wezareta Dadê jî fezleke radestî Serokomarîya Tirkîyê kir da ku were pêşkêşkirinê parlementoya Tirk .

Serokomarîya Tirkîyê roja Çarşemê fezleka dijî Guzel erê kir û şand seroktîya parlementoyê.

Parlementoya Tirkîyê jî îro Pençşemê bi rengekî lezgînî fezleke şand Komîsyona ku ji endamên yên Qanûna Bingehîn û Dadê pêk tê.

Berpirsê Hiqûqê û Mafên Mirovan yê HDP’ê Dede ev pêyvajoya jî wiha nirxand:

“Ev dijî hiqûqê ye. Gava yek agahdar nebe, hê dozger jê parastin nexwaze û derfetê parastinê nedê û her wiha bêyî agahdarkirin û qebûlkirina wê, van wêneyan bide medyayê; cîhê van gavan di hiqûqê de tuneye.

Ji alîyê din de lêpirsîn were çêkirin jî pêwîste veşartî be.Lê mixabîn ne bi xwe û ne jî parêzvanê wê nehatine agahdar kirin ku wê wêneyên wê yên kesane bo medyayê hatîne pêşkeş kirin. Dikarim bêjim ku heman tişt demeke dirêje ku ji alîyê hikûmetê ve tê meşandin. Ev yek hem dijî hiqûqê û hem jî dijî exleqê ye. “

Komîsyona hevpar ya Qanûna Bingehîn û Dadê wê di 20'ê Rêbendanê de bicive ku ser fezlekeya bo rakirina mafê parastinî ya parlementerî ya Guzel de biryarê bide.

Heke komîsyon dijî Guzelê biryarê bide, ewê Civata Gişti ya parlementoya Tirkîyê ser ve biryarê dengdanê dar bixe.

Herwiha, biryar li wir jî were qabûl kirin ewê rê li ber darizandina Guzel vebe

Piştî darizandinê her were cezakirin wê mafê parlementerbûna wê têk biçe.