Di Hilbijartinên Dubare yên Stenbolê de Rola HDP'ê Dê Çawa Be?

Salim Kaplan (HDP) Abdurrahman Kurt (AKP)

Roja Duşmê Komîta Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê YSKê, biryara betal kirina encamên hilbijartinên Stenbolê da, piştî ku destûrname da bû berbijarê Partîya Komarî ya Demokrtaîk CHPê Ekrem Îmmaoglu weke şaredarê bajarê Stenbol dest bikar kir bû.

Lê piştî gilîyên AKPê yên li ser bingeh û sindoqên dengdanê li Stenbolê YSKê ji 11 endaman 7 endam li gel û 4 endam li dij biryara dubare kirina hilbijartinên Stenbolê da û ewê roja 23î Hezîranê dê hilbijartinên Stenbolê durabre bibin û dengder dê herin ser sindoqan.

Bo hilbijartinên Stenbolê weke rojnama Hurriyet dibêje, nêzî 10 Mîlyon kesan mafê dengdanê heye, cûdahîya dengên serkeftina CHP tenê 13.000 deng bûn. HDP îdîa dike ku wan zêdetirî Yek Mîlyon û 146 hezar dengderên wan li Stenbolê hene, biryara serkeftina li Stenbolê di dest wan de ye, ew xwe bidin kîjan alî ewê bi serkeve.

Ji bo şirovyên derbarê vê mijarê bernama "Hello Washington" mêhvandarîya Salim Kaplan endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê û Abdurrahman Kurt Pralamenê berê yê AKP ya desthilatdar kir.

Kaplan got ku, HDPê mohra xwe li hilbijartinên 31î adar dabû. Li herêmên Kurdan wan şaredarîyên Kayyum yên AKPê danî bûn nehiştin, herwiha li rojavayê Tirkiyê wan piştevaniya kê kir ew serketin.

Kaplan dîsan got HDP alternatîv û şerta demkorasiya Tirkiyê ye "HDP hêz daye kê ew serketîye û pişt daye kê ew têkçûye". Kaplan dibêje, ji ber ku nêzî Yek Mîlyon û 146 hezar dengderên HDPê li Stebolê hene û ewê bo demokrasiyê kar bikin.

Kurt parlamenterê berê yê AKPê got "ji ber ku di 123 sindoqan de li Stenbol ku nêzî 40 heta 50 hezar deng hebûn goman û gilî li ser wan dengan hebû û cûdahî bo dengên zêde tenê 13 hezar deng bûn, ev bû sedem ku YSK biryara dubare kirinê bide. Kurt herwiha got ku, ew ne di wê bawerê de ye "Pêvajoya Aştiyê" weke berê cardî vegere.

Your browser doesn’t support HTML5

Hello Washington 10 05 2019