HDP Daxwaza Ronîkirina Rastîyan li Tirkîyê Dike

Berdevika Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Ebru Gunay

Berdevika Partîya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Ebru Gunay, îro Duşemê di navbera civîna Lijneya Rêvebrîya Giştî (MYK) ya partîya xwe de civîneke çapameniyê li dar xist û derbarê mijarên di rojeva Tirkîyê de axifî.

Ebru Gunay ser daxuyanîyên vê dawîyê yên Sedat Peker, ku jiber tawanên rêxistinkirî di derbarê wî e biryara desteserkirina dewleta Tirk heye û her wiha yên hikûmetê nirxand, nêrînên HDP' ê dîyar kir.

Gunay ragihand ku li gor nexşerêya ku di wê serdemê de wek 'konsepta 93'an' dihat bi nav kirin, sîyeseya li ser bingeha çaresernekirina pirsgirêka Kurd, dijî Kurdan şerekî tevahî meşand da destpê kirin.

"Di salên 1990'an de, tawanên giran, wek bi hezaran kuştinên ku pirsîyarên wan ne diyar û şewitandin û valakirina gundan, hatin kirin . Qanûn bi tevahî hate rakirin da ku van tiştanan werin kirin; têkiliyên neqanûnî û rewa di nav dewletê de hatin saz kirin. Dewlet bi çete û komên mafyayê re ket têkiliyê. Tora şer ya qirêj bi qezaya Susurluk ve hate eşkere kirin û hilweşîn jibo hikûmeta qirêj bû destpêka têkçûyînê, " Gunay got.

Gunay destnîşankir ku îro, têkilîyên qirêj, bazirganîya narkotîkê û çekan di hindûrê Tirkîyê de di çarçoveya Pilana Qirkirinê ya dijî gelê Kurd ya 2014'an de û li derveyî Tirkîyê jbi armanca tevlî şerê navxweyî yê li Sûrîyê bi çeteyên wekîl re bibe û nehêle Kurd bibin xwedî statuyek siyasî, pêş dikeve.

" Pêşketinên vê dawîyê nîşan didin ku heya pirsgirêka Kurd bi encameke demokratîk û aştîyane neyê çareser kirin û heya ku nêzîkîtîya şer û pevçûn bi dawî nebe; dawîya têkilîyên neqanûnî û nerewa, sîstema tawanbar, tifaqa sûcdaran û çeteyan jî ewê neyê, " Gunay got.

Hevdem, Ebru Gunay sîyaseta desthilatdar ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) ya li ser mijarê bi tundî rexne kir.

"Koalîsyona desthilatdar AKP-MHP li hemberî daxwazên civakê yên azadîyê ku nayê rawestandin û paşve xistin, di nav perçebûnek cidî de derbaz dibe. Ji ber vê sedemê, li derdorek ku sîstema hiqûqî hilweşîyaye de, bi biryarên keyfî yên dema ku hewce be têne pêkanîn, opozîsyon rojane tê xistinê binê givaştinan, " Gunay got.

Gunay bi berdewamî ser kempenya HDP'ê ya bi navê“ Em tûxleyekî bikişînin wê dîwar hilweşe” de agahî da.

" Li dijî vê sîstema ser bingeha mafya, çete û têkilîyên qirêj, werin em vê tûxleyê bi hev re bikişînin û vê jîyana tarî bi hev re biguherînin. Ka em tûxleyê bikişînin û bila rastî derkeve holê. Ka em tûxleyê bikişînin û rê li ber aştî û demokrasiyê vekin.Ka em tûxleyê bikişînin û rê li ber kar, nan û azadiya rojane vekin. Ka em tûxleyê bikişînin û talana xweza û qetilkirina jinan biqedînin. Bila hemî bawer bikin ku em têra xwe hêzdar in ku tûxleyê bikişînin. Tûxle dikare bi vîn û têkoşîna hevpar ya gelan were kişandin, " Gunay got.