Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan, ligel parlamenter Osman Baydemîr, Feleknas Uca, Îmam Taşçier û hevserokê Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk roja Înê diçin serdana Herêma Kurdistana Îraqê.
HDP’ê ragihand ku şandeya wê dê du rojan li Hewlêrê û rojekê jî li Silêmanî bimîne.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê, Îmam Taşçier da zanîn ku armanca çûyîna wan bo yekîtî û tifaqa Kurdan e.
“Emê li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinan bikin û li Silêmanî bi nûnerên YNK’ê û Goran re jî civinan çêkin.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku şandeya bilind ya HDP’ê, herî dawî di 21ê Îlona 2016'an de bi seroktîya Selahattîn Demîrtaş çûbû hêrêmê û bi serokê herêmê yê wê demê Mesûd Barzanî re civinek li dar xistibû.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.
Your browser doesn’t support HTML5