Temellî: Emê Wek HDP Beşdarî Hilbijartinên Bajarvanî Bin

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Sezaî Temellî dîyar kir ku ewê wek HDP beşdarî hilbijartina rêvebirîyên herêmî bibin.

Temellî bi bîr xist ku ew berê wek Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ketine hilbijartinên rêvebirîyên bajarvanîyan, lê îcar ewê wek HDP kempeyna xwe bimeşînin.

‘’Em dê li her derê Tirkîyê di hilbijartinê kevin. Ew perspektîfa sîyasî ya hevkarên me ji holê ranake,’’ Temellî got.

Wî da zanîn ku HDP xwe dispêre hiqûqeke piralî û wan biryar daye ku wek HDP di hilbijartinê de cîh bigirin.

Temellî dîyar kir ku wan bi ti partî re hevdîtinên tifaqê nekiriye, lê wî bal kişand ku divê tifaq komên din yên herêmî re werin kirin.