Tirkîyê xwe bo hilbijartinên parlemanê û serokomarîyê re amade dike ku wê di 24'ê mehê tê kirin.
Ev hilbijartin berhengarîyeke mezin e li pêş partîyên sîyasî li Tirkîyê. Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hevserokê xwe yê berê, Selahattîn Demîrtaş wek o berbijar destnîşan kir.
Nûnerê HDP'ê li Washingtonê, Giran Ozcan derbarê rewşa hilbjartinan û kempeyna partîya xwe bersîva pirsên me da.
Ozcan anî ziman ku HDP bi awayekî baş ji van hilbijartinan re amade kiriye û rêkeftinên sîyasî ligel partîyên rikeberîyê dirust kiriye.
"Ji alîyê partîya desthilatdar AKP'ê ve astengî li dijî xebatên me derdikevin û fişarê li rewşa azadbûna hilbijartinan tên kirin, lê em karê xwe bi moraleke bilind didomînin."
Your browser doesn’t support HTML5