HDP'ê li Rojavayê Tirkîyê di Serketina CHP'ê de Roleke Girîng Lîst, Lê li Herêmên Kurdan 4 Bajar Hinda Kirin

Encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkîyê nîşan didin ku hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li rojavaya Tirkîyê, di serketina Partîya Komarî ya Gel (CHP) de roleke girîng listine.

HDP li gelek bajarên li rojavayê Tirkîyê berbijar dernexistibû û bang li hilbijêrên xwe kiribû ku ser ‘’têkbirina Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP)’’ dengên xwe bidin.

Hin pisporên sîyasetê didin zanîn ku CHP di serî de li Edene û Enqere, li jimareke bajarên Tirkîyê ‘’bi saya hilbijêrên HDP’ê’’ bi ser ketiye.

Lê li rojhilata Tirkîyê, rewş li gor salên berê bo HDP’ê ‘’xirabtir’’ bû.

HDP, ku di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de 11 bajar bi dest xistibûn, di vê hilbijartinê de 4 bajar hinda kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2015’an de, piştî peyvajoya çareserîyê bi dawî bûbû, dewleta Tirkîyê xêncî Îdirê dest danîbû ser hemî bajarên di destê HDP’ê de û qeyûm erkdar kiribû.