Faysel Sariyildiz: Piştî Îmza Serokomar Dibe Hemû Endamên HDP Bên Girtin

Faysel Sariyildiz

Li Tirkîyê piştî encamên hilbijartinên 7î Hezîrana sala 2015an zelal bûn, rewş li wî welatî ber bi aloziyê de çû, Partiya desthilatdar AKP ji encamên hilbijartinannerazî bû, ew ne giha encamên ku wê dixwestin, da ku, biserê xwe bikare biryaran bide.

Partîya nêzîkî kurdan HDPê jî, hejmara dengên xwe zêde kirin û nêzîkî 80 endam parlamen qazanc kirin, piştî van encaman bi temamî di meha Tîrmeha heman salê pêvajoya aştiyî bi temamî xetimî, êdî rewşa tundûtîjîyê li tirkiyê serdeste.

Parlamenê Tirkiyê di make zagonê de guherîn pêkanîn û biryara rakirina qedexeya mafê destnedanê ya endam parlamenan bi piraniya dengan di palamena tirkiyê hat dengdan.

Serokomarê tirkiyê Recep Tayib Erdogan doh biryara parlamenê ya rakirina qedexeya destnedana endam palamenan îmza kir.

Dengê Amerîka pişka kurdî derheqa rakirina qedexeya mafê destnedanê û îmza kirina wê ji aliyê serokomarê tirkiyê de, bi birêz Faysal Sariyildiz re gotûbêjek encam da, Sariyildiz endamê meclisa tirkiyê ji partiya HDPê got "Hikûmeta AKPê dixwaze Partiya HDP bê îtîbar û li dervey siyasetê bihêle", Faysal Sariyildiz herweha got, li gur biryarê û piştî îmza serokomar dibe ku hemû endamên HDP bihên girtin, bi tenê li hember hevserokê giştî yê HDPê 70 doz li bajarên cûda yên tirkiyê hatine vekirin, weke Parlamenter Faysel Sariyildiz dibêje.

Your browser doesn’t support HTML5

Faysel Sariyildiz endamê HDP di meclisa Tirkiyê de