Dûrxistina Sê Şaredarên Kurd Û Çarenivîsa Demokrasiya Tirkiyê

Roja Duşemê, Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyê bi îdiaya ku "Piştgiriya rêxistina terorê dikin û bi rêxistinê re di nav peywendiyê de ne" Şaredarê Bajarê Mezin, yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, yê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Wanê Bedia Ozgokçe ji karên wan avêtin û li gur biryara wezaretê divê waliyên wan bajaran weke şûngir(qayum) wezîfedar bibin.

Herwiha daxuyaniya wezareta navxwe ya tirkiyê dide zanîn ku li 29 eyaletan operasyonên lêgerînê pêkhatine û 418 kes hatine binçav kirin.

Di nava Tirkiyê û ji derve jî reaksyonên cûda derketin, pêşî şaredarê bajarê Îstenbolê Ekrem Îmamoglu got "Binpêkirina îradeya gel nayê qebûl kirin".

Herwiha peyvdara Nûnerîya Sîyaseta Derve û Ewlekarî ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Maja Kocijancic got" Ji kardûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê, Selçuk Mizrakli, Ahmet Turk û Bedîa Ozgokçe Ertan, jiber ku gumanê ser rêzdarîya bo encamên demokratîk yên 31’ê Adarê çêdike, fikarên kûr pêk tine"

Fayik Yagizay Nûnerê HDPê li Ewrupa

Bo danûstendinên li ser vê mijarê bernama Hest û Helwest Fayik Yagizay nûnerê HDPê li Yekîtîya Ewrupa û berê Dr. Hewar Nêrweyî pisporê têkliyên derve û mamostayê zanîngeha Duhok tevlî bernamê bûn ev mijar nirxand.

Yagizay got "dema Erdogan di aliyê siyasî dîplomasî de dikeve di tengasiyan de îca hewil dide bi çek û şîdetê xwe li ser lingan bigire".

Dr. Hewar Nêrweyî

Yagizay dîsan dibêje "Erdogan li hember siyaseta li Sûriyê ketîye di tengasiyê de, bi karên weha dixwaze emrê desthilata xwe zêde bike, ya me jî weke HDP emê liberxwe bidîn û planên wî vala derxîn".

Dr. Hewar Nêrweyî mamostayê zanîngeha Duhok got"Daxûyaniya CHP û reaksyona wê, heta ya Yekêtiya Ewrupa ji ber ku kesên hatîn dûr xistin, bi hilbijartin hatine, reaksyon li gur bûyerê di nerim û lawaz bûn".

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 20 08 2019