Hevşaredarên HDP’ê Li Wanê Civîyan

Li Wanê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û hevşeredarên 58 şaredarîyan ‘Komxebata Perwerdehîyê ya Rêveberîyên Xwecîhî yên Demokratîk’ pêk hat. Komxebata ku di otelekê de destpê kir wê 2 rojan dewam bike.

Di komxebatê de, mijarên wekî; tecrûbeyên rêveberîyên 16 salan ya HDP’ê, pêvajoya rêveberîyên qeyûman û kar û xebatên hevpar yên di navbera şaredarîyen HDP’ê de, wê bên nirxandin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di axaftina xwe ya vekirinê de bersiv da gotinên Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû, “Li Tirkîyê pirsgirêka Kurd tune ye”

"Em jî dibêjin; pirsgirêka Kurd heye. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe tu pirsgirêk li Tirkîyê çareser nabin. Bloka ku ev 17 salin li ser îktidarê ye û bi feraseta yekparêzîyê bi rêve diçe, ne tenê li Îmraliyê li hemû Tirkîyê tecrîdê belav dike. Li Hemberî vê pêwîste em welateke demokratîk û hevpar saz bikin. Niha dem dema tifaqa demokratîk e."

Li bendê ye ku komxebat roja Yekşemê bidawî bibe

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng