HDP Biryar Dide ku Berbijarê Hilbijartina Serokomarîyê Dernexe

Hevpeymanîya Ked û Azadî ku HDP’ê pêşengîya wê dike, îro Çarşemê ragihand ku ewê di hilbijartina serokomarî ya 14’ê Gulanê de berbijarek dernexe.

Hevseroka HDP’ê Buldan, ku lihevkirina hevbeş xwend, got ku ewê hember destilata tekakesî erka xwe ya dîrokî bi cîh bînin.

Hevpeymanîya Ked û Azadî, di biryara xwe de bi zelalî negot ku ewê piştgirîya kê bike, lê HDP’ê û hin partîyên din berê ragihandibû ku ew dikarin piştevanîya Kiliçdaroglu bikin.

Pisporên sîyasî bawer dikin ku biryara dernexistina berbijarê hilbijartina serokomarîyê wateya destekdayîna berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu dide.

Hêjayî bîrxistinê ye ku HDP’ê di hilbijartina rêvebirîyên xwecîhî yên 2019an de jî li hîn bajaran namzet dernexisistibş û piştgir dabû CHP’ê.