Li Wanê Nerazîbûn li Hemebr Êrîşên Dijî HDP Û Partiya Çep ya Kesk

Li Wanê Nerazîbûn li Hember Êrîşên Ser HDPê û Partiay Çep ya Kesk

Li bajarê Wanê hejmarek partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl bi xwepêşandanekê bertek li hember êrîşên ser avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Çep ya Kesk nîşan dan.

Herwiha, hewildana hêzên ewlekarîyê yên Tirk ku xwestibûn Parlamanterê Partîya çep ya Kesk yê Ruhayê Omer Ocalan destser bikin, hat protesto kirin.

Xwepêşandan di bin dorpeça hêzên ewlekarîyê de li ber derîyê avahîya Aydin Perîhanê pêk hat. Li ser navê komê, Hevserokê Rêxistina Partîya Çep ya Kesk yê Wanê Veysî Dîlekçî axivî û got ku ev êrîş li hember vîna gelê Kurd û sîyaseta demokratîk pêk hatiye.

Roja Şemîyê Parlamanterê Partîya Çep ya Kesk Omer Ocalan, di dema bîryanîna hevbajarvan Bazo Yilmaz de ji alîyê leşkeran ve bi darê zorê biribûn bingeha leşkerî.

Êvarîya roja Şemîyê jî kesekî bi kêrê êrîşî tabela rêxistina HDP’ê ya Îdîrê kiribû û ew qelişandibû. Ji alîyê din ve roj Yekşemê jî jina binavê A.C. bi sotemenîyê êrîşî rêxistina bajarokê Seyhana Edenê kiribû.

Dîlekçî piştî xwepêşandanê bo Dengê Amerîka axivî û da zanîn ku her tim li hember sîyaseta Kurdan êrîş hebûn û niha jî vê yekê bi her şêwazî didin berdewam kirin.

“Mîna desthilatên borî niha jî desthilat naxwaze gelê Kurd, bi sîyasetê pêş bikeve an jî serbikeve. Hewiha naxwazin Kurd di nava rêveberîya Tirkîyê de cîh bigirin. Bi vê awahy her tim êrîş didomin. Herî dawî li hember parlamanterê me û avahîyên partîyên me êrîş pêk hatin. Herwiha bi qayûman, dest danîna ser bajarvanîyên me jî vê piştrast dike ku desthilat naxwaze Kurd di nava sîyasetê de cîh bigirin,” Dîlekçî got.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta wanê_AA_Li Wanê Hember Êrîşên Dijî HDP’ê û Partîya Kesk ya Çep Xwepêşandan Pêk Hat.mp3