Partîya Çep ya Kesk Tulay Hatîmogullari Dike Berbijara Seroktîya Parlamanê

Partîya Çep ya Kesk jibo hilbijartina seroktîya parlamana Tirkîyê parlamantera xwe ya Edenê, Tulay Hatîmogullari Oruç kir berbijar.

Parlamanterên Partîya Çep ya Kesk Mehmet Ruştu Tîryakî û Gulîstan Kiliç Koçyîgît serlêdana Tulay Hatîmoglullarî Oruç dan sekreterîya parlamanê.

Tîryakî piştî serlêdanê dîyar kir ku li parlamanê hîn ser seroktîya parlamanê jî lihevkirin çênabe.

"Partîyên ku li parlamanê komên wanhene û yên tunene, tevahîya wan belkî li hev nekin, lê hîn di rojên pêşî yên parlamanê de lihevkirin tuneye.’’

Wî got ku jiber vê nelihevkirinê ew nikarin bi awayekî geşbîn li siberojê binêrin.