HDP Xwe ji Kongreya Xwe ya 5’an re Amade Dike

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3’yê Tîrmehê de li Enqerê Kongreya Asayî ya 5’an li dar dixe.

HDP ku di 15’ê Cotmeha 2012’an de hatibû damezirandin, nêzîkî 10 sal in ku li Tirkîye û herêma Kurdan sîyasetê dike.

Li Tirkîyê sîyaseta Kurd ya legalî cara yekê di sala 1990’an de bi Partîya Ked ya Gel (HEP) destpê kirbû û du re jî OZEP, OZDEP, DEP, HADEP, PARTÎYA AZAD, DEHAP, DTP, BDP, HDP û DBP ketibûn nav jîyana sîyasetê.

Kurdan heta niha 11 partîyên sîyasî damezirandin û di sala 1991’an de 22 Kurd di bin navê SHP’ê de ketibûn parlamana Tirkîyê.

Piranîya wan partîyan ji alîyê dewleta Tirk ve hatin girtin û niha li ser HDP’ê jî heman xeterî heye jiber ku doza girtina wê didome.

HDP di bin rewşeke wiha de Kongreya 5’an pêk tine û dixwaze nexşerêya xwe dîyar bike.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, di preskonferansa heftane de li navenda giştî ya partîyê got ku wan heta niha bi gelek alîyan re hevdîtin pêk anîne û ew çend meh in ku ew bi hemû pêkhatîyên xwe re nîqaşan dikin.

“Di peyvajoya amadekarîya kongreyê de gelek nêrîn û pêşnîyarên hêja derketin û ewê helwest û stratejîya me, xeta me ya nû dîyar bike. Li dor wan nêrîn û ramanan emê xeta xwe ya nû ya têkoşînê zelal bikin.”

Gunay herwiha bal kişand ser naveroka kongreyê û got ku ewê bi vê kongreyê xurtir û mezintir bin.

“Ev kongre hem jibo me hem jî jibo Tirkîyê wê bibe kongreyeke dîrokî. Emê di kongreya xwe de bersîveke gelek baş bidin zîhnîyeta ku dixwaze partîya me qedexe bike. Ew dixwazin HDP’ê bigirin, asteng bikin, rê li ber potansîyela HDP’ê bigirin. Lê, li dijî zîhnîyeta AKP-MHP’ê emê HDP’ê mezintir û xurttir bikin. Ew çiqas bixwazin rê li ber meşa me bigirin, emê hîn zêdetir têkoşîna xwe mezin bikin. Kongreya me jibo faşîzmê wê bibe bersîveke zelal.”

Berdevka HDP’ê herwiha got ku givaştin û operasyonên ser wan roj bi roj dijwartir dibin.

“Di kongreya me de bi taybetî emê li hemberî şer têkoşîna aştîyê, li hemberî polîtîkayên tecrîdê emê têkoşîna dadmendî û azadîyê bi pêş bixin. Li hemberî tengkirin û sînorkirina sîyaseta demokratîk, emê rêxistinbûna HDP’ê berfireh bikin. Em dibêjin ku hêvî em in, çareserî em in.”

Your browser doesn’t support HTML5

ED_01_07_2022_Ebru_Gunay_Kongre.mp3