Kiliçdaroglu Roja Şemîyê Serdana HDP'ê Dike

CHP HDP

Partîya Gel ya Demokratîk (HDP) îro Çarşemê ragihand ku berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu wê roja Şemîyê serdana wê bike.

HDP ragihand ku Kiliçdaroglu wê di demjimêr 1ê nîvro ya di 18'ê Adarê de serdana navenda wê ya giştî bike û ji hêla hevserokên wê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar were pêşwazî kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Kiliçdaroglu berbijarê Hevpeymanîya Netew e ku ji CHP, Partîya Baş, Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partîya Saadet, Partîya Siberojê û Partîya Demokrasî pêk tên.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hin partîyên çep re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de ye, lê hîn zelal nebûye ku ewê berbijarek derxe yan ne.