HDP Dikare ji Lîsta Partîyeke Din Têkeve Hilbijartinê 

Cîgirê Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Saruhan Oluç ragihand ku ew dikarin ew ji lîsta partîyeke din têkevin hilbijartinê.

Oluç dîyar kir ku jiber doza girtinê ya ser HDP’ê dibe ku bo 453 sîyasetvanan qedexeya sîyasetê were dayîn, loma ew li tedbîran dinêrin.

‘’Piranîya hevalên me bo rîsk çênebe dibêjin em ji lîsteya Partîya Çep ya Kesk bikevin hilbijartinê.’Em danûstandinan didomînin û emê heta du rojan biryara xwe ragihînin." Oluç got.

HDP bi hin partîyên din yên çepgir re di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de cîg digire.

Partîya Karkeran ya Tirkîyê û hin partîyên din dîyar dikin ku ew dixwazin bi lîstên xwe têkevin hilbijartinê.

Jêder: Halk TV