Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê îro Sêşemê ser doza girtina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kom bû.
HDP’ê biryar dabû ku berevanîya devkî nede. Li ser vê biryarê, Dadgeha Qanûna Bingehîn dosye ji raportorê dadgehê re şand.
Wê dadgehê di 2021’an de îdinama dijî HDP’ê qebûl kiribû û di peyvajoya darizandinê, dadgehê biryar dabû ku HDP di 14’ê Adarê de berevanîya xwe bike.
Bi daxwaza HDP’ê, berevanîya mabû 11’ê Nîsanê.
HDP’ê xwestibû ku doz bimîne piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, lê dadgehê ew daxwaz red kiribû.
Di Dadgeha Qanûna Bingehîn de 15 endam hene û li gor qanûnê jibo girtina partîyekê divê ji wan endaman bi kêmî ve 10 girtinê bipejirînin.
Jêder: Ajansa Mezopotamya