Hevserokên HDP’ê yên Nû Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan Kî Ne?

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 27 Tebaxê de li Enqerê Kongreya Awarte ya 4’an li dar xist.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan di kongreyê de ti erk negirtin.

Di kongreyê de li şûna Sancar û Buldan, Cahît Kirkazak û Sultan Ozcan wek Hevserokên Giştî yên HDP’ê hatin hilbijartin.

Endama Desteya Rêvebirîya Navendî ya HDP’ê ya berê Elîf Bulut, hatina her du hevserokên nû ji Dengê Amerîkayê re wiha nîrxand:

“Sultan Ozcan û Cahît Kirkazak ji dema damezirandina partîya me heta niha jî xebatên xwe di nav HDP’ê de domandine. Ozcan û Kirkazak, bi xwe di nav rêvebirîya Partîya Çep ya Kesk de jî cî girtibûn. Ew wek hafizeya vê partîyê ne, loma jî em qimeteke girîng didin her du hevalên xwe.”

Piştî hilbijartinê Kirkazak jî ji Dengê Amerîkayêr re ragihand ku ewê ji vîr û pê ve wek HDP’e karê xwe bidomînîn, lê heya ji wan bê ewê hêza Partîya Çep ya Kesk qayimtir bikin:

“Li hemberî partîya me HDP’ê da girtinê heye. Heta dawîyê jî emê HDP’ê biparêzin. HDP ne tenê partîyek e, HDP raman e, HDP fikreke dinyayê ye. Loma jî heta ji me were, emê vê ramanê serketî bikin. Lê, di vê demê de jî emê piştgirîyeke mezin jî bidin Partîya Çep ya Kesk.”

Cahît Kirkazak Kî Ye?

Kirkazak, di sala 1970’an de li Amedê ji dayîk bûye. Pêşî li Enqerê Xwendingeha Bilind ya Pîşeya Dadê ya Zanîngeha Enqerê, dû re jî Zanîngeha Anadolu qedandîye. Kirkazak perwerdeha xwe domandîye û li Zanîngeha Kocaelî, ji Beşa Hiqûqê der çûye û li Zanîngeha Artuklu jî lîsansa bilind ya Çand û Zimanê Kurdî teva kiriye.

Kirkazak berî ku bikeve nav sîyasetê, di navbera salên 1998-2014’an de karmendî kirîye, lê piştî 2014’an pê ve parêzvanî dike û niha jî di nav parêzerên Doza Kobanê de cî digire. Ew di heman demê de parezvanîya Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demîrtaş jî dike.

Kirkazak, di cara yekê sala 2016’an de ketîye nav sîyasetê û di navbera salên 2016-2018 û 2020-2022’yan de wek Endamê Meclîsa Partîyê yê HDP’ê hatiye hilbijartin. Wi di sala 2022’yan de jî wek endamtîya Desteya Rêvebirîya Navendî ya Partîya Çep ya Kesk kiriye.

Kirkazak, Kurdî û Tirkî dizane û di qûnciknivîsên xwe de jî bi her du zimanan dinivîse.

Sultan Ozcan Kî Ye?

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya nû Ozcan, di sala 1965’an de li bajarokê Develî ya Qeyserî (Kayserî) hate dinê. Wê di zaroktîya xwe de ligel malbata xwe koçî Edeneyê kiriye.

Ozcan, piştî ku perwerdeya xwe qedandiye, di sala 1985’an de li Zanînheha Çukurova 12 sal wek karmenda dewletê xebitîye. Dû re, di sektora taybet de xebatên xwe domandîye. Ozcan, di heman demê de rêvebirîya sendîka û komelên cûrbicûr kiriye.

Wê di hilbijartinên parlamenterî yên 7’ê Hezîrana 2015’an de ji HDP’ê bûye berbijara parlemanterîyê, lê nehatiye hilbijartin.

Ozcan, herwiha ser pirsgirêkên jinan, ked û ekolojîyê dixebite û wê du geran wek Hevberdevkîya Komîsyona Têkilîyên Partîyên Sîyasû û Sazîyên Civakî yên Sîvîl yên HDP’ê kiriye.

Ozcan, piştî hilbijartina xwe ya wek hevseroka HDP’ê ragihand ku hevalên wan HDP di kîjan astê de daye wan, ewê wê têkoşînê bêtir pêş bixin.

“Gava ji min re pêşnîyara Hevserokatîya HDP’ê hat, ez bextewar bûm. Lê li vê derê soz didim ku ezê vê nîşaneya rûmetê û felsefeya HDP’ê, heya ji min tê, bilind bikim.”

Hêjayî balkişandinê ye ku di Kongreya Awarte de 904 delege amade bûn û Kirkazak û Ozcan bi piranîya dengên delegayan hatin hilbijartin û herwiha Meclîsa Partîyê ya 39 kesî hate dîyar kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_29_08_2023_Kirkazak_Ozcan