Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar Dibêjin Ewê Nebin Berbijarên Hevseroktîyê

Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar gotin ku ewê di kongreya nû de nebin berbijarên hevseroktîyê.

HDP, ku jiber doza ser girtina wê ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinan, demek e jiber encamên k=lawaz yên hilbijartinê dibe armanca rexneyan tund.

Hevpeymanîya Ked û Azadîyê, ku Partîya Çep ya Kesk pêşengîya wê dikir, di hilbijartinan 10,55 ji sedê dengan sitandibû û ji wê rêjeyê % 8,82 ya Partîya Çep ya Kesk bû.

HDP’ê di hilbijartinên 2018’an de 11,7 ji sedê dengan biribû.

Buldan di kanala Medya Haberê de dîyar kir ku wan kempeyna hilbijartinê baş nemaşendiye û ew neçûne derdorên ku ji wan dûr in.

‘’Me nehişt ku rêxistinên me yên bajar û bajarokan jî di dîyarkirina berbijaran de hebin. Komîsyona me ya dîyarkirina berbijaran pir guh neda nêrînên ji bajar û bajarokan."

Buldan got ku ewê wek bersêvdana rexneyan hema piştî hilbijartinê biryar daye ku kongreya xwe li dar bixin. Wê got ku ewê jinûve nebe berbijar.

Sancar jî dîyar kir ku her çiqas ew negihiştine armancên xwe jî ew têk neçûne.

‘’Rêjeya dengên me ne wek me xwestî bû, lê têkçûn çûnebûye. Niha em rexneyê, xwerexnekirinê didomînin.’’

Sancar got ku wan dîtiye ku rêvebirîyên wan nikarin bi civakê re danûstandineke rastexwe çêkin.

Ji hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî hilbijartinan gotibû ku wî dev ji sîyaseta aktîf berdaye.

Jêder: HDP, Twitter, VOA