Parlamantera HDP'ê Meral Daniş Beştaş di Rûdaneke Trafîkê de Birîndar Bû

Meral Danış Beştaş

Cîgira Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş îro Pêncşemê li Qereyazi ya Erziromê qeza kir.

HDP’ê ragihand ku hişên Beştaş li serî ne û ti metirsîya jîyana li ser wê tune.


Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa bo dermankirinê derbazî Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyazî bûn.

Meral Daniş Beştaş bo hilbijartinên 14’ê Gulanê berbijara parlamanterîyê ya Partîya Çep ya Kesk e.

Jêder: HDP