Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo guhertina qanûna bingehîn ya nû serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kiribû û ew yek bandora xwe li ser sîyaseta Tirkîyê vedaye.
Opozîsyona Tirkîyê hem AKP û hem jî HDP’ê jiber wê hevdîtinê rexne dike.
Lê, hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna gruba partîya xwe de got ku kesên ku hevkarîya desthilatê dike opozîsyona Tirkîyê ye.
“Jiber vê hevdîtinê qaşo AKP’ê rexne dikin û me jî wek tawankar nîşan didin. Dibêjin ku ‘Çawa dibe ku partîya ku tu dibêjî terrorist e, hevdîtinê çêdikî!’ Ger hun wiha bikin ferqa we ji desthilatê çi ye?”
Piştî wê hevdîtinê, Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Sûleyman Soylu dijî HDP’ê axaftineke êrîşkar kiribû. Sancar bang li AKPê kir ku helwesta xwe zelal bike.
“AKP, Wezîrê Dadê, cigirê serokên grubê dişîne gel me, lê rojekê şunde jî Wezîrê Karê Hindur êrîşî me dike û heqeretan tîne ser me. Pêşî biryara xwe bidin. Serokê welat Suleyman Soylu ye yan hun în? Heke Soylu ye wê gavê hun çima şandeya xwe dişînin ba me?”
Sancar li ser hevdîtina AKP û HDP’ê jî got ku ew serdan ne tiştekî taybet bû û AKPê bi partîyên din re jî hevdîtin çêkirin.
“Di bin seroktîya Wezareta Dadê de şandeya AKP’ê serdana me kir û piştî wê jî qîyamet rabû. Spekulasyon û senaryo destpê kiinr. Sedama vê hevdîtinê û babet dîyar e. AKP’ê li ser babeta laçikê dixwaze guhertina makezagonê bike loma serdana me kirin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye ber bi hilbijartinê ve diçe, lê jibo serketinê pêdivîya desthilatîyê û opozîsyonê bi HDP’ê heye.
“Ji me dipirsin hunê di hilbijartinê de çî bikin? Werin em vekirî biaxifin û hun jî vekirî bêjin. Em baş dizanin ku çi dikin, lê yên ku li ser me çi hesap dikin jî em pir baş dizanin.”
Your browser doesn’t support HTML5