Tehran Daxwaza Radestkirina Hin Berpirsên Kurdên Îranê ji Bexda Dike

Çavkaniyekî ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku Îranê bi fermî lîsta navên berpirsên partiyên Kurdên Îranê daye Îraqê û daxwaza "radestkirina" wan dike.

Bo bicîhanîna wê armancê Îranê Adara îsal "lihevahtinek" bi Îraqê re îmze kir, li gor wê divê çalakîyên partîyên Kurdên Îranê li ser sînorên hevbeş bên kontrol kirin.

Wî çavkaniyê, ku ji partîyeke Kurdistana Îranê ye ku nexwest navê xwe eşkere bike, got"Navên rêber û berpirsên partîyên Kurdistanî yên payebilind di nava wê lîstê de hene ku hin ji wan li Herêma Kurdistana Îraqê dimînin û hin jî li welatên derve."

Li gor çavkanîyê, navên di lîstê de ev in: "Mistefa Hicrî, Reza Kaabî, Omer Êlxanîzade, Newîd Mîhrawer, Kawe Behramî, Mihemed Sahibî, Mihemed Nezîf Qadirî, Mistefa Mewludî, Husên Yezdanpenahî, Kako Elyar, Ebdulla Azerbar, û çend kesên din."

Li ser vê pirsê Dengê Amerîka hewl da peywendî ligel berdevkê Hêzên Çekdar yên Îraqê re, lê bersiv nebû.

Newîd Mîhrawer, Endamê Komîta Navîn ya Komela Zehmetkêşên Kurdistan ku navê wî jî di lîstê de ye got "Hin çavkanîyan bi şêweyeke ne fermî ji min re gotine ku navên wan di lîstê de ye, lê ti çavkaniyeke hikûmeta Herêmê heta niha ji bo wê agahî nedaye min."

"Dema ku metirsî li ser jiyana me hebe em bixwe dê xwe biparêzîn, ya duyê em daxwazê ji berpirs û dilsozên Herêma Kurdistanê dikin ku nekevin jêr fişarên Îranê û daxwaza wê red bikin. Ez bawer im ku dê weha bikin," Mîhrawer got.

Mihemed Salih Qadirî, nûnerê Hizba Demokarta Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê derbarê lîsta navan da zanîn ku "Heta niha bi fermî ne ji aliyê Herêma Kurdistanê, ne Netewê Yekbûyî û ne jî hiklûmeta Îraqê ve em nehatine agahdar kirin. Dibe ku ev şerekî derûnî yê Îranê li dijî me be."

"Ger bandoreke siyasî yan ewlekarî hebe, di rewşeke weha de, emê bi rêyeke yasayî li hember biryareke weha ya Komara Îslamî ya Îranê rawestin," Qadirî ji Dengê Amerîka re got.

Berî demekê, alavên medyaya xwcihî li Herêma Kurdistanê ragihand ku hin ji rêberên partiyên Kurdên Îranê ji Herêmê derketine, lê Newîd Mîhrawer piştrast kir ku "Kesek ji me derneketîye derve, heta yên navên wan jî hatine behs kirin."

Qadirî jî got ku "Ji bo parastina xwe em bi NY û Hikûmeta Herêmê re di nav têkiliyan de ne. Lihevtêgehiştinek di navbera me de heye, û erkekî exlaqî û netewî jî heye ku berevaniya têkoşeran bikin."