Çavkanîyekî ji Partîyên Kurdên Îranê ji Dengê Amerîka re gotîye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li nûnerên Partîya Demokrat û Komala Zehmetkêşan kirîye û ji wan re gotîye ku "bi lez"di nava 15 rojan de hêzên xwe ji deverên sînorî vekişînin.
Çavkanîyê haydar yê ku nexwest nav eşkere bibe, ragihand "Ew kampên ku dê bo partîyên Kurdî bên çêkirin ji alîyê Hikûmeta Îraqê û ya Herêmê ve bên çavdêrî kirin û nûnerên Netewên Yekbûyê dê çavdêrîya bikin, lê heya niha ji me re nehatîye gotin ku kamp dê li kû bin. Û divê dirardeya çekî jî nemîne, yanî wan divê aşbetalîyê bi me bidin qebîl kirin."
Wî çavkanî dîsan gotîye, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji me re got ku ew di bin zextê de ne. Em jî ketîne serê durîyanekê, ne em nikarin ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re bêjin na nejî başe. Her du baskên Komale hatine bêçekkirin, tenê hêzên li ser sînor çekdar mane, divê di dema 15 rojan de ew jî sînoran çol bikin."
Hişyarî da û got "Dibe ku rêberên temen mezin biryarên ku didin bi dilê xortan nebe, lê ez bawer im ku baskek dê hebe serî hilde û derkeve çîyan".
Lê, Ebdullah Akreyî, berpirsê têkelîyên hikûmeta herêma Kurdistanê digel Îranê, dîyar kirina deam dîyarkirî red kir û ji Dengê Amerîka re got: “Rêkeftinek di navbera Îraq û Îranê de çêbûye bo hişîyarê û tedbîr wergirtinê li dij alîyên ku li dijî Îranê ne, rewşek asayî heye û Îranê ti zextek ne xistîye ser Herêma Kurdistanê."
Hewldanên Dengê Amerîka jibo wergirtina nêrîna fermî ji peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî û berpirsên Partîya Demokrat bê encam man.
Heta niha cîyê endamên hizbên kurdî yên hatine bêçek kirin bi zelalî ne dîyare.
Peyvdarê Partîya Azadîya Kurdistanê Xelîl Nadirî ragihand, ku Îran dixwaze wan derbazî deverên derveyî herêmê bike, daku "Kengî bixwazin me bikujin." Civaka navneteweyî jî li hember Îranê bêdeng e.
Nadrî ji Dengê Amerîka re got: "Ew dixwazin me bibin herêma Mûsilê, wan herêmên li jêr kontrola Hikûmeta Îraqê da ku bixwazin tevgerîyaneke tam wek ya Mujahidî Xelq li me bikin, neçar dimînîn vegerîn Rojhilatê Kurdistanê."
Di meha Adarê de, Sekreterê Encumena Bilind ya Ewlekarîya Îranê Elî Şemxanî û Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Îraqê Qasim el-A'racî di navbera her du welatan de peymanek ewlehîyê îmze kiribûn. Beşek ji rêkeftinê kontrolkirina sînorên di navbera her du welatan de û rêgirtina li çalakîyên partîyên opozisyona Kurdên Îranê li deverên sînorî bû.
Rayedarên Îranê di çend mehên borî de çendîn car gotine ku 19ê Îlona 2023ê dema dawî ye ku hikûmeta Îraqê li gor rêketinan çekdarên partîyên Kurdistana Îranê ye û wan ji sînor derxîne.
Roja Duşemê peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kananî red kir ku muhleta destnîşankirî bihê dirêj kirin.
Emced Penahî, Endamê Komîsyona Nîzamî ya Komela Zehmtkêşên Kurdistan (KZK)'ê red dike ku ew wan fişaran qebûl bikin çek danîn jî weke "xeta sor" bi nav kir.
Berpirsê Komelê got "Ev 20 sal in me çekên xwe bêdeng kirine û rewşa Herêma Kurdistanê di ber çavan re derbaz dikîn. Em hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rewşa me fêm bike. Em sînoran jibo êrişkirina ser Îranê bikar naynîn... Rojhilata Navîn pire ji nakokîyan, çek danîn jibo me hêla sore."
Berpirsên pilebilind yên Îranê berî niha gotibû, opreasyonên "bihêztir" dê encam bidîn, eger ku hikûmeta Îraqê û ya herêmê şertên me cibicî nekin.
Ebdullah Akreyî, berpirsê Pêwendîyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îranê jî got: "Ew berdewam van tiştan dibêjin, lê rewş asayî ye û tiştek naqewime."