Herî Kêm 53 Kes di Şewata Hawaiiyê de Mirin

Hejmara mirîyên şewata li Maui ya eyaleta Hawaii ya Amerîka gihişt 53 kesan. Piştî şewata li yek ji giravên herî mezin yên Amerîka bi sedan kes jî wenda ne.

Walîyê Hawaii Josh Green bi preskonferansekê ragihand şewat felaketa herî mezin ya Hawaiiyê ye. Green dîyar kir ku 80 ji sedê bajarokê Lahaina ya Maui bi temamî şewitiye.

Wî got ku bi kêmî ve 1700 şewitîne û dîyar kir ku çaverê ye hejmara mirîyên şewatê zêdetir bibe.

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku herêm di felaketa mezin de ye. Bi vê ragihandinê re hikûmet federal dê alîkarîyê bide herêmê.

Tîmên agirkuj dibêjin ku heta niha ti şewata li Mauiyê nehatiye kontrol kirin. Ew tîm didin zanîn ku şert bi metirsî ne û ew nizanin ku rewş ber bi kû ve diçe.

Jibo 11,000 kesên li herêmê xizmetên wek elektrîk û telefonê jî sekinîne.Karbidestên herêmê didin zanîn ku bi qasî 1000 kes wenda ne û dîyar dikin ku dibe ku jiber qutbûna xetên ew nikarin bigihijin wan.

Li Girava Mauiyê bi qasî 35,000 kes dijîn.

Jêder: VOA, Reuters, AFP