Hatîmogullari Dibêje Divê Ew Têkoşîna Ser Aştîyê Mezintir Bikin

Hevseroka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari got ku divê ew di van rojên de têkoşîna xwe ya ser aştîyê mezintir biikin.

Hatîmogullari li Îzmîrê di civînekê de dîyar kir ku civaka Tirkîyê niha jibo danûstandinên ser çareserkirina kêşeya Kurdan hazir e.

‘’Em dîbinin ku li Tirkîyê gelek kes ser vê meseleyê diaxifin, wisa xuya dibe ku ev kêşe careke din bûye rojeva welêt.’’

Wê got ku ew hêvî dikin ku tecrîda li ser Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan rabe û ew ser pirsgêra Kurdan bi serbestî biaxife.

Hatîmogullari dîyar kir ku ew bawer dikin ku ewê axaftina Ocalan jibo aştîya herêmê xizmeteke mezin be.

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî 22’ê Cotmehê bang li Ocalan kiribû dawî li rêxistinê bîne.

Bahçelî gotibû Ocalan dikare vê bangê li parlamana Tirkîyê di komcivîna DEM Partî de bike ku vê gotina wî di rojeva Tirkîyê de deng vedabû.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan do Sêşemê di hevpeyvîneke taybet de dîyar kir ku Bahçelî hatiye ser fikra wan.

Bakirhan ser wê banga Bahçelî got ku muxataba çareserîya meseleya Kurdan rast nîşan dide.