Hevserokên DEM Partî bi Davutoglu re Kom Bûn

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu.

Rêberan piştî civînê bi hev re preskonferansek li dar xist.

Davutoglu di axaftina xwe de bi kinî behsa girîngîya dîyaloga di navbera partîyan de kir.

Wî dîyar kir ku ew niha di qonaxeke girîng de ne û divê danûstandin çêbin.

Hatîmogullari jî di axaftina xwe de got ku ew bi Hatîmogullari re ser aştî û çareserîyên demokratîk axifîne.

‘’Me ser çareserkirina kêşeya Kurdan bi rêkên demokratîk û aştîyane danûstandin kirin. Bêguman peyamên me wek du hevserokan pir zelal bûn. Rast e, pêdivîya vî welatî bi aştîyê heye.’’

Wê dîyar kir ku rêka aştîyê hêsan e û dikarin ser Tirkîyeyîbûnê re gavên girîng biavêjin.

Hevseroka DEM Partî got ku ew bang li hemî alîyan dike ku li ser zemîneke demokratîk aştîyê mezin bikin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya