Krîza Avê Li Hesekê, Bandor û Riyên Çareseriyê  

Kirîza avê li Hesekê ji Octobera 2019an de destpê kir. Wê demê Artêşa Tirkîyê û çekdarên Sûrî yên bi wê ve girêdayî bajarê Serêkanîyê kontrol kir, di nav de jî stasyona Elok.

Stasyona Elok jêdera sereke ya ava paqij e ji bo parêzgeha Hesekê. Artêşa Tirkîyê av li ser parêzgeha Hesekê birî, di encamê de 1.300 000 niştecihên parêzgeha Hesekê bê ava paqij man û yek ji kirîzên mirovî yên herî mezin di şerê navxweyî li Sûrîyê derket holê.

Stasyona Elok ku rojane 80.000 metrên sêca dida bajarê Hesekê, û ser beş û rojan dihat dabeşkirin. Ji wê demê de ava paqij nema.

Bi navbênkarîya Rûsîya pemana av li beramber elktirîkê hat ragihandin, ku Rêveberîya Xweser eliktirîkê bide deverên kontrola Tirkîyê, û li beramberî wê Tirkîyê avê bide deverên Rêveberîyê.

Gelo ew peyman çima têkçû?

Rêveberîya Xweser çi kir da ku vê alozîyê çareser bike?

Ji 2019 an ve heya 2022 an, Rêveberîyê 3 proje ji bo dabînkirina avê sazkirine: Projeya kolandina 40 bîran li rojavayê bajêr ku bi piroja Himê hat naskirin, projeya kişandina ava lehîya Xabûr li bendava başûr- rojhilatê Hesekê, û projeya kişandina ava Firat ji Dêrazorê ber bi Hesekê ve.

Gelo çima ev proje hemû têkçûn?

Bandora ava ne paqij pir xerab e û rojane bi dehan serîlêdana nexweşxaneyan dikin, ku piranîya nexweşan zarok in.

Bandora herî mezin ya kirîza avê ser jinê ye, bandora kirîza avê ser saxlemîya jin çi ye?

Li herêma Hesekê 4 kampê mezin hene, kampa waşokanî, kampa Serêkanîyê, kampa Erîşa û kampa Holê. Gelo rewşa wan kampan di kirîza avê de çi ye?

Mijara Rojê, kirîza avê li gel pênc mêvanan gutûbêj dike: Îsa Yûnis serokê sazîya avê li Hesekê, Kawa Xelef, berpirsê kerta avê di rêxistina DAN ya geşepêdanê li Hesekê, Berzan Ebdelah , rêvebirê kampa waşokanî, Ehmed Ferhan, rêvebirê beşê hawarçûnê li nexweşxaneya gel li Hesekê, û Şeha Nîzar, karmenda saxlemîya jinê li Heyva Sor a kurdî.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê lînka jêrîn veke

Your browser doesn’t support HTML5

MIJARA ROJÊ KIRÎZA AVÊ