Zanîngeha Harvard ya Amerîka di dîroka xwe de bo cara yekê di vê Îlonê de, piştî hewildanên komeke xwendekaran li Fakulteya Huner û Zanistê, dest bi pêşkêşkirina kursa zimanê Kurdî kir.
Profesor Ahmed Mihemedpûr yê ku li Zanîngeha Bentley civakzan û antopolog e, li Harvardê dersên zimanê Kurdî hîn dike.
Profesor Mihemedpûr ji Dengê Amerîka re ragihand ku Harvard di beşa Ziman û Şaristanîyên Rojhilata Nêzîk (NELC) de xwedî bernameyeke xurt e û loma jî kurseke li ser zimanê Kurdî jixwe dereng mabû û divîya berîya demeke dirêj destpê kiriba.
“Niha li Zanîngeha Harvardê dersên zimanê Kurdî tenê bi zaravayê Soranî tên pêşkeş kirin, ku vê nîvsalê destpê kiriye. Ez kêfxweş im ku ew niha jibo xwendekaran peyda dibe," Mihemedpûr ji Dengê Amerîka re got.
Profesor Mihemedpûr bal kişand ku hizra kursê di bingeh de, bi hewleke dilsoz ya jimareke xwendekarên ku bi zimanê Kurdî re eleqedar bûn ve derketîye holê û di encama hewlên wan de ew kurs hatiye afirandin.
“Ew niha beşdarî dersan dibin. Divê hemû qîmet û pîrozbahî jibo parazvanî û biryaradarîya wan xwendekaran were dayîn," wî got.
Yek ji wan xwendekaran Delal M. Hesenî ye ku bo afirandina kursa zimanê Kurdî pêşengî kiriye.
Delal ya ku Kurd e, ji kovara The Harvard Crimson re ragihand ku wê dixwest zimanê Kurdî li polekê di asteke akademîk de hîn bibe.
"Jibo min, bi kesane, min mîna hewcedarîyeke lezgînî hest kir, jiber ku ez naxwazim hînbûna zimanê xwe pirtir dereng bihêlim," xwendekara 26 salî got.
Profesor Mihemedpûr da zanîn ku dersên bi zaravayê Soranî hefteyê du caran di nîvsala payizê de, ji Îlonê heya Berfanbarê, tê pêşkêş kirin.
Herwiha wî ragihand ku bo niha çar xwendekarên wan hene, du ji wan Kurd û du yên din jî ne Kurd in.
“Em hêvî dikin ku kursa zimanê Kurdî wê di nîvsala pêş de jî û di asteke pêşketî de dîsa were pêşkêş kirin. Emê di nîvsalên pêş de bêtir xwendekaran bistînin. “ Mihemedpûr got.
Mihemedpûr dibêje ku sazkirina kursa zimanê Kurdî pêvajoyeke nû û demdirêj e, û herwiha pêdivî ye ku ew hêdî hêdî gavan bavêjin.
Lê ew geşbîn e ku di ast û dema bernameyên warê Kurdî li Zanîngeha Harvardê de wê pêşketin çêbin.
“Ez hevîdarim ku kursa zimanê Kurdî wê bi pêyvajoyê di bernameyên NELC yan yên din têkildar de wek beşek hînbûna pêwîst were hesibandin," wî got.
Mihemedpûr balê dikşîne ku kurs ne tenê li ser zimanê Kurdî ye, hevdem ser mijarên wek çand, dîrok û nasnameya Kurdan jî disekine.
“Kursa me nêzîkbûneke li gor rêgezên lêkolînan bingeh digire, qebûl dike - ev tê vê wateyê ku em ne tenê fêrî ziman dikin, hevdem di çarçoveyeke berfirehtir ya Rojhilata Navîn de çand û nasnameya Kurdî jî vedikolin,“ wî got.
Mihemedpûr yê ku ji Rojhilata Kurdistana Îranê yê, coş û kêfxweşîya xwe ya ser Kursa zimanê Kurdî li Harvardê dîyar dike û girîngîya wê ya mînakbûnê destnîşan dike.
“Tiştê ku ez pê kelecan dibim ne afirandina Kursê, mezinahîya polê, yan lojîstîkên din in, lê mînaka ku ew jibo Kursên bi vî rengî yên li ser ziman û çanda Kurdî ava dike ye," Mihemedpûr da zanîn.
Profesor Ahmed Mihemedpûr da zanîn ku biryara Zanîngeha Harvardê di warê hînkirina ziman û çanda Kurdî de li Amerîka xaleke pir girîng ya veguhertinê destnîşan dike.
“Zanîngeha Harvard yek ji sazîyên akademîk yên herî navdar yên cîhanê ye, ku di beşa ziman û Şaristanîyên Rojhilata Nêzîk de xwedî çand û mîrateyek damezrandî ye. Ev biryar di warê hînkirina ziman û çanda Kurdî de li Amerîka xaleke veguhertinê ye, ku zimanê Kurdî bi zimanên din, yên mîna Tirkî, Farisî û Erebî re, wekhev dike û tine heman astê,“ wî got.
Profesor Mihemedpûr dîyar kir ku di rastîyê de zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn zimanê çara ya herî zêde tê axaftin e, lê di dîrokê de ji alîyê Îran, Tirkîye, Sûrîye û Îraqê ve hatiye qedexekirin yan jî bi tundî hatiye asteng kirin û loma biryara Harvardê di vî warî de jî baldar e.
“Ev biryar hem bi awayekî rasterast hem jî nerasterast xwedî girîngîyeke rewşenbîrî û sîyasî ye, û di vê wateyê de gaveke pir berçav e ku ji alîyê Zanîngeha Harvardê ve hatiye avêtin,“ wî got.
Ew bi bîr dixe ku tevî ku jimareke zanîngehên wek Florida, Indiana, Arizona û UPenn kursên wiha tên dayîn, lê zimanê Kurdî hîn ji hêla saziyên akademîk yên li Amerîkaya Bakur ve nehatiye nas kirin û veberhênankirin.
“Zimanê Kurdî jî wek Kurdan bixwe bê dewlet e û loma ji piştgirîya sazûmanî û binesazîya rewşenbîrî ya pêwist bêpar e da ku bi zimanên din yên serdest yên li Rojhilata Navîn, di qadên akademîk yên li Rojava de pêşbazîyê bike, bi hevdemî bimeşe," Mihemedpûr, got.
Lê profesor Mihemedpûr bi berdewamî got ku ligel van hemû kêşeyan, eleqeya bo fêrbûn û hînkirina zimanê Kurdî li akademîya Amerîka her ku diçe zêde dibe.
“Zimanê Kurdî di warê dîrok, çand û wêjeyê de dewlemend e û ji alîyê civaka akademîsyenan ve hêjayî baldarî û rûmetdayîna zêdetir e. Bi bawerîya min sazîyên akademîk yên Rojava destpê kirine ku qîmet û girîngîya hînkirina ziman û çanda Kurdî dest fêhm bikin," wî diyar kir.