Harris di Seredana Meksîko de Hewil Dide Pêşîya Koçberîya ber bi Amerîka Bigire

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris di gera xwe ya pêşî ya li derveyî welêt de piştî Guatemala, îro Sêşemê serdana Meksîko dike.

Kamala Harris ewê îro bi Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador re hevdîtinek pêk bîne.

Hevdem, karbidestên her du welatan ewê bi armanca hevkarîya bo kêmkirina koçberîya ji Amerîkaya Navîn, peymaneke îmza bikin.

Serokê Meksîko Andres Manuel Lopez Obrador di hilbijartinên nîvdem yên li welêt asta hêza xwe ya li Kongresê winda kiribû.

Partîya Tevgera Nûjenbûnê ya Neteweyî (MORENA) ya Lopez Obrador li civata jêrîn ya Kongresê lawaz bû lê partîyê piranîya dengên xwe yên eyaletan parast.

Ajansa Reutersê ji zarê karbidestekî hikûmeta Meksîkî ragihand ku dema serdana Harris ne îdeal e û her wiha Amerîkayê jibo pêkhatina serdanê givaştin kiriye.

Nûnerê taybet yê rêvebirîya Biden bo welatên Sêgoşeya Bakur ( Northern Triangle), ya Amerîkaya Navîn - Guatemala, El Salvador û Honduras - Ricardo Zuniga, ji Reutersê re axifî.

Ricardo Zuniga li ser pirsa gelo encamên hilbijartinê dê stratejîya Amerîkaya li Meksîko biguherîne; got ku peywendî ne girêdayî kesê desthilatdar yan sîyaseta navxweyî ye.

"Ew bi rastî bandorê li ser planên me nake," Zuniga got.

Hevdem, Zuniga dîyar kir ku Harris û Lopez Obrador dê tevlî merasîma îmzakirina peymaneke ku hevkarîya sazîyên pêşketinê yên her du welatan yên li Amerîkaya Navîn kar dikin, armanc dike.

Wî destnîşan kir ku bi peymanê di heman demê de li ser veqatandina alikarîyê jî ewê xebat werin meşandin.

Ev peymana armanc dike ku hewlên Harris'ê yên bo kêmkirina hejmara koçberên ji welatên Guatemala, El Salvador û Honduras ber bi Amerîkayê, xurt bike.

Pispor dibêjin ku serdana Harris gelek girîng e, jiber hewldanên bo berfirehkirina hevkarîya di navbera Amerîka û Meksîko dedidomin da ku pirgirêka koçberîya ji Guatemala, Honduras û El Salvador çareser bikin.

Symone Sanders, berdevikê û şêwirmendê payebilind ya Harris da zanîn ku ewê di navbera Lopez Obrador û Harris de, di Gulanê de civîneke din ya onlaynî were kirin.

Sanders got ku Harris ewê di hevdîtina îro de bo dîyarkirina naveroka mijarên civîna Gulanê, ser xalên wek lihevkirina ewlehîya sînoran, parastina mafên mirovan û pêşkestina rewşa aborî ya li heremê jî bisekine.

Revebirîya Biden jiber hejmara bilind ya zarok û malbatên koçber yên ji sînorê Meksîko derbaz dibin, rûbirûyê dijwarîya ye û jibo çareserîyê ji Amarîka Navîn û Meksîkoyê alîkarî û hevkarîyê daxwaz dike.

Hejayê bal kiaşndinê ye ku Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris roja Duşemê jî bi Serokê Guatemalayê Alejandro Giammattei re hevdîtin kir.

Haris got ku her du serokan ser tekoşjîna dijî gendelîyê, danûstandinên "xurt" kirine da ku koçberîya ji Amerîkaya Navîn kêm bikin.

Hevdem, Harris bi rengekî eşkere hişyarî da koçberan da ku neyên Amerîka.